Artêşa Tirk a dagirker li başûrê Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir

Artêşa Tirk a dagirker li gundê Bilyon ê li çiyayê Zawiyê yê başûrê Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir. Bi vê yekê hejmara nuqteyên dagirkeriya Tirk li herêma bêçek dibe 71.

Artêşa Tirk a dagirker li başûrê Idlibê nuqteyeke leşkerî ya nû ava kir
20 mijdar, 2020   11:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) îro ragihand ku artêşa Tirk a dagirker karwanekî ku ji wesayitên leşkerî, leşker û alavên lojîstîk pêk tê, anî herêmê da ku nuqteyeke leşkerî ya duyem li gundê Bilyon ê çiyayê Zawiye yê gundewarên parêzgeha Idlibê ava bike.

Nuqteya leşkerî ya nû ku artêşa Tirk a dagirker ava kiriye, 8 km dûrî bajarê Kefer Nibul ê di bin serweriya hêzên hikumeta Şamê de ye.

Avakirina nuqteyên leşkerî li gundewarên Idlib û Hemayê, piştî vekişîna ji 3 nuqteyên leşkerî li bajarê Morik û gundên Şêr Mixara û Meir Hetat ên li gundewarên bakurê Hemayê û başûrê Idlibê ku ji aliyê hêzên hikumetê û Rûsyayê ve hatibû dorpêçkirin, ber bi çiyayê Zawiyê ve pêk tê.

(cx)