Asayîşa Teqteq meşa ciwanan a ber bi Garê ve asteng kir

 Li dijî siyaseta PDK`ê îro ciwanên Kurd ên ji her çar parçeyên Kurdistanê dê bi dirûşma “Ji şer re na, ji yekitiya neteweyî re erê” ber bi herêma Garê ve bimeşiyana, lê Asayîşa Teqteq meşa ciwanan asteng kir.

Asayîşa Teqteq meşa ciwanan a ber bi Garê ve asteng kir
20 mijdar, 2020   11:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Ciwanên her çar parçeyên Kurdistan yên li Başûrê Kurdistanê dimînin, bi daxuyaniyeke nivîskî ragihandibû ku ew ê li dijî siyasetên PDK`ê li Başûrê Kurdistanê di 20’ê Mijdarê de berê xwe bidin herêma Garê.

Li gorî nûçeya Rojnewsê, bi dehan ciwan îro li bajarokê Teqteq ê ser bi navçeya Koye a Hewlêrê ve kom bûn û xwest ber bi herêma Garê ve bimeşin.

Lê beriya ku meş dest pê bike, Asayîşa Teqteq bi ser koma ciwanan de girt û nehişt ciwan bimeşin. Tevî hemû astengiyan ciwan bi israr in ku ber bi Garê ve bimeşin.

Hêzên Asayîşê her wiha dest danî ser kamereya rojnamevanên ajansa Rojnews, ajansa ANF, televîzyona Aryen Tv û Stêrk Tv. Asayîş neihşt ku rojnameger nêzî çalakiya ciwanan bibin.

(cx)