Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin

Malbata rêber Abdullah Ocalan û malbatên girtiyên din ên bi Ocalan re li girava Îmraliyê tê ragirtin, ji bo hevdîtinê serî li dozgeriyê dan.

Malbatên girtiyên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
20 mijdar, 2020   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Birayê rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo karibin biçin Îmraliyê serî li Serdozeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji girtiyên din ên li Îmraliyê birayê Omer Hayrî Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û xwişka Veysî Aktaş Melîhe Çetîn bi rêya parêzerên xwe ji bo hevdîtinê serlêdan kirin.

Rêber Ocalan piştî 21 salan yekem car di 27'ê Nîsanê de karîbû mafê xwe yê axaftina bi rêya telefonê bi kar bîne. Lê belê di 7'ê Îlonê de ji bo 6 mehan ev maf hate qedexekirin.