Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê di dorpêça êrişên plankirî de ye

Hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif got, li dijî Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê êrişên plankirî têne kirin û destnîşan kir ku ev êriş piştî ku rêveberiyê di gelek astan de serkeftin bi dest xistiye pêk tê.

Rêveberiya Sivîl a Dêrazorê di dorpêça êrişên plankirî de ye
20 mijdar, 2020   03:43
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Di vê dema dawî de, êrişên palnkirî yên li dijî endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê, zêde bû. Li dijî rûspî, şêxên eşîre, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Ebû Xewla û berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah gelek êrişên sîuqastê hatin kirin.

Gelek alî li pişt van sîuqastan in, bi wê re jî berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah di demeke berê de gotibû ku şaneyên girêdayî DAIŞ’ê, hikumeta Şamê, Îran û dewleta Tirk, karên rêveberiya sivîl û hêzên leşkerî armanc digirin.

Girêdayî mijarê, hevserokê Meclisa Sivîl a Dêrazorê Xesan Yûsif da zanîn ku di mehên borî de êrişên plankirî li dijî endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Dêrazorê pêk hatin.

Yûsif destnîşan kir ku ew êriş li dijî endamên rêveberî yên meclisê pêk hatin ku rola wan di rêvebirina meclis û civakê de aktîf e û wiha domand: "Li gel me gelek navên hene ku ku rastî armancgirtina yekser hatine, ew jî endamên rêveberiya giştî yên girîng, şêx, rûspiyên eşîre û qebîleyên piştgirî û piştevaniya meclisê dikin."

 ‘ALIYÊN HERÊM Û NAVNETEWEYÎ LI PIŞT ÊRIŞÊN LI DÊRAZORÊ NE’

Yûsif îşaret bi zêdebûna êrişan kir û wiha pê de çû: "Di dirêjahiya 10 rojên dawîn de, li djiî endamên rêveberiya meclisê 4 êriş pêk hatin. Ew jî di nava meclis û karkerên wê de metirsiyek çêkir. Me jî hewl da bi aliyên ewlehî û Koalîsyona Navneteweyî re sînorekî ji van êrişan re deynin û kesên li pişt wan binasin."

Yûsif eşkere kir ku li gel DAIŞ’ê aliyên dîtir hene ku hewl didin ewlehî, aramî, xebat û destkeftiyên ku şêniyên Dêrazorê pêk anîne, qels bikin û wiha berdewam kir: " Ne tenê DAIŞ’ê gelek aliyên herêmî û navneteweyî li pişt van êrişan in. Ji ber Dêrazor ji bo Sûriyê herêmeke girîng e û cihê wê li welat stratejîk e. Ji lew re gelek alî hewl didin berjewendiyên xwe pêk bînin."

Yûsif da zanîn ku" Di demekê de ku civaka navneteweyî heta astekî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê nas kirine û dîtiyee ku bi derfetên kêm gelek destkeftî bi dest xistine, ev yek li kêrî hin aliyan nehat, ji ber wê şaneyên xwe kirin dewrê û dest bi êrişan li dijî rêveberî û endamên wê kir."

 ‘DAIŞ HÎNA BI DAWÎN NEBÛYE’

Yûsif destnîşan kir ku DAIŞ’ê hîna li Dêrazorê bi dawî nebûye û wiha got: "Rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst hîna bi dawî nebûye, ji ber şaneyên wan li herêmê hene, êrişên bênavber pêk tînin û gelek aliyên eşîrtî, leşkerî û rêveberî armanc dikin."

Xesan Yûsif dawiyê bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku piştevaniya QSD’ê bike ku nûnertiya hêzên herêmê ye. Da ku bi ser aliyên ku hewl didin ewlehiya herêmê têk bibin, bigire.

(fr)

ANHA