Komploya li dijî êzidiyan, li dijî hemû kurdan e

Endamê Meclisa Rêveber ê Mala Êzidiyan diyar kir ku itîrafkirina bi rêveberiya Şengalê mafekî destûrî ye û divê hikumeta Iraq û dewletên mezin itîrafê pê bike, her wiha piştrast kir ku komploya li dijî êzidiyan li dijî kurdan bi tevahî ye.

Komploya li dijî êzidiyan, li dijî hemû kurdan e
20 mijdar, 2020   01:36
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Hikumeta Iraqê di 9’ê Cotmehê de ragihand ku bi Partiya Demokrat a Kurdistanê re (PDK) li ser Şengalê li hev kiriye. Lê ew lihevkirin bêyî berê xwe bidin Rêveberiya Xweser a Şengalê , YBŞ  û YJŞ, pêk hat.

Girêdayî wê, Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Demokratîk û Azadiya Êzidî û Meclisa Êzidiyan daxuyaniyek di 17’ê Mijdarê de da û tê de destnîşan kir ku PDK’ê hewl dide Rêveberiya Xweser bi dawî bike û careke din li ser Şengalê serwer be.

Endamê Meclisa Rêveber ê Mala Êzidiyan li Rojava Îlyas Seydo li ser daxuyaniya Meclisa Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, Partiya Demokratîk û Azadî ya Êzidî û Meclisa Êzidiyan axivî û got tişta di daxuyaniyê de hatiye got mafekî xwezayî ye. Ji ber Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Şengalê, rêveberiyeke nûnertiya civaka êzidî li cîhanê dike.

Li ser xwesteka êzidiyan a di daxuyaniyê de ya itîrafkirina fermî bi YBŞ’ê û Asayîşa Êzidxanê Seydo destnîşan kir ku ev yekîne û hêz ji şêniyên civaka Êzidî hatine avakirin û piştî vekişîna PDK’ê ji Şengalê û nedestwerdana hikumeta Iraqê di dema êrişên çeteyên DAIŞ’ê ya 2014’an de, parastina Şengalê kir û ev xwestek jî mafên wan e û divî itîraf pê were kirin.

 ‘ARMANCA HIKUMETA BEXDA Û PDK’Ê TECRÎDKIRINA ÊZIDIYAN JI HÊZÊN WÊ YE ’

Seydo da zanîn ku hêzên taybet ên Şengalê bi awayekî mezin ji bo parastina Şengal û aramiya wê li ber xwe da û zêdetirî 400 şervanên wê di oxira rizgarkirina Şengalê de şehîd bû û wiha got: "Hêzên Şengalê, hêzên fermî ne."

Seydo piştrast kir ku lihevkirina di navbera hikumeta Bexda û PDK’ê de, li dijî vîna gelê Şengalê ye û armanca wan tecrîdkirina gelê Şengalê ji hêz û vîna wê ye.

Seydo bi lêv kir ku Rêveberiya Xweser a Şengalê bi xwe ji tevahî aliyên rêxistinî, xizmetguzarî û perwerdeyê de ji çend salan ve bi rêxistin kiriye û wiha axivî: "Divê hikumeta Iraq û PDK’ê, dewletên mezin itîrafê bi rêveberiya Şengalê li gorî 25 nuqteyên di destûra Iraqê de, bikin. Di wan nuqteyan de hat ku her pêkhateyek dikare xwe bi xwe bi rê ve bibe."

Di berdewam axaftinê de Seydo raber kir ku beriya peyman di navbera hikumeta Iraq û PDK’ê de li ser Şengalê bi sponseriya dewleta Tirk were îmzekirin, hikumeta navendî ya Iraqê xebatên ji bo itîrafkirina bi rêveberiya Şengalê dikirin û serdana Şengal, sazî û deverên perwerdeyên wê dikir. Her wiha di gelek caran bi nivîsa erebî itîrafa fermî bi dewreyên perwerdê li Şengalê hatin derxistin, lê belê piştî peymanê rawestîn.

‘KOMPLOYA LI DIJÎ ÊZIDIYAN, LI DIJÎ KURDAN BI TEVAHÎ YE’

Têkildarî vê, Seydo destnîşan kir ku civaka êzidî ya Şengalê bingeha civaka Kurd e û wiha piştrast kir: "Komploya li dijî êzidiyan, li dijî kurdan bi tevahî ye. Ji ber kesên plana vê komployê dikin, dewletên dagirker û aliyên dijberî destkeftiyên Kurd in."

Seydo da zanîn ku peymana Bexda û Hewlêrê bi armanca jinûve vegerandina fermana 2014’an li dijî êzidiyan e û da ku civaka êzidî ji nû ve têkeve bin serweriya hikumeta Iraq û Hewlêrê. Seydo bang li tevahî êzidiyên li cîhanê kir ku dozeke êzidî li tevahî civînên navneteweyî de, bi taybet doza Şengalê, vekin. Ji ber Şengal bingeha êzidiyan e û di dîrokê û heta niha de kelha berxwedanê ye.

Seydo wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Vîna civaka êzidî û vîna Kurd nahêlin peymana îmzekirî bigihîne armancên xwe."

(fr)

ANHA