​​​​​​​Desteya Tenduristiyê: 58 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku îro (Pêncşemê) 58 nexweşên vîrusa Koronayê hatin tomarkirin û 4 jî mirin.

​​​​​​​Desteya Tenduristiyê: 58 kesên din bi koronayê ketin, 4 jî mirin
19 mijdar, 2020   19:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên mirine mêr in, du ji Qamişlo, yek ji Hesekê û yê din ji Dêrikê ne.

Mistefa diyar kirin ku 58 pêketeyên nû yên vîrusa koronayê (Covid-19) li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin tomarkirin, 31 mêr û 27 jin in û li van herêman in:

14 Hesekê

11 Dêrikê

15 Qamişlo

1 Amûdê

1 Girkê Legê

1 Dirbêsiyê

2 Çilaxa

2 Dêrazor

11 Şehba

Mistefa bi bîr xist ku 27 kesên nû rewşa wan baş bûye.

Li gorî van daneyan, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hejmara pêketiyên vîrusa koronayê bû 6 hezar û 478, hejmara miriyan jî bû 172 û hejmara kesên baş bûne bû 932.

ANHA