Peydakirina tov ji cotkaran re, rê li pêşiya keysbaziyê girt

Cotkarên ku Saziya Çandiniyê ji wan re tov dabîn kir, destnîşan kir ku peydakirina tov nehişt li sûka reş bi nirxê wê were lîstin. Her wiha cotkaran banga peydakirina madeya semadê bi nirxekî guncaw kir.

Peydakirina tov ji cotkaran re, rê li pêşiya keysbaziyê girt
Peydakirina tov ji cotkaran re, rê li pêşiya keysbaziyê girt
Peydakirina tov ji cotkaran re, rê li pêşiya keysbaziyê girt
Peydakirina tov ji cotkaran re, rê li pêşiya keysbaziyê girt
19 mijdar, 2020   08:27
QAMIŞLO-KADAR ÎBRAHÎM

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê genim û ceh zêde tên çandin, ji ber ku jêdera debara cotkaran e. Lewma saziyên çandiniyê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin piştgiriya cotkaran bikin û tov, semad û dermanan jê re pêşkêş bikin.

Piştî baran li herêma Cizîrê bariya, cotkaran dest bi çandinê kir, saziyên çandiniyê jî li herêmê tovên nerm û hişk ên dezenfektekirî ji cotkaran re pêşkêş bikin. 

Cotkarên navçeya Tirbespiyê da zanîn ku pêşkêşkirina tov ji cotkaran re gaveke baş e, rê li pêşiya hin bazirganan girt ku bi nirxên tov bilîzin. Cotkaran banga peydakirina semadê bi nirxekî guncaw û yekkirina heqê traktoran kirin.

Cotkarê bi navê Mehmûd Hecî Şêxo yê ji gundê Xeznê spasiya saziya çandiniyê kir, ji ber ku bi nirxekî guncaw tov ji wan re peyda kir û wiha gotina xwe dewam kir: "Peydakirina tov rê li pêşiya hin bazirganan girt ku li bazara reş keysbaziyê bikin."

Mehmûd Hecî bang li saziya çandiniyê kir ku heqê traktoran û patozan diyar bikin.

Cotkarê bi navê Fadil Raco jî got saziya çandiniyê bi erka xwe radibe û çandina genim û ceh bi pêş dixin, lê bihabûna nirxê madeya semadê astengiyan ji cotkaran re derdixe, lewma banga peydakirina madeyê bi nirxekî guncaw kir.

Endamê Rêveberiya Saziya Çandiniyê ya Tirbespiyê Mehmûd Mihemed diyar kir ku derdora hezar û 500 ton tov ji cotkaran re pêşkêş kirine, di heman demê de nirxê her tonekî kirine 360 hezar lîreyên Sûriyê û gelek cureyên tov hene ew jî ev in; doma 2, doma 4, tovên hişk 9, bihûs 11 û Şam 7."

Têkildarî peydakirina semadê Mehmûd Mihemed anî ziman ku wan semadên Yorya û Tirabî ji bo cotkaran dabîn kirine û li gorî tedbîrên pêwîst û belgeyên ji cotkaran tê xwestin, dê semad were pêşkêşkirin.

Di dawiyê de Mehmûd Mihemed da zanîn ku dê sazî tov û semadê bi deyn bide cotkaran.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nXCTsB8AQ10" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>