Îmad Dawûd: Hikumeta Şamê welatiyên xwe dorpêç dike û banga vegerê li koçberan dike

Hevserokê Desteya Aboriyê ya herêma Efrînê bi tundî dorpêça ku hikumeta Şamê li ser koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ferz kiriye, rexne kir û destnîşan kir ku zemîna li Sûriyê ji ber kiryarên hikumetê, ji bo vegera penaberan ne amade ye.

Îmad Dawûd: Hikumeta Şamê welatiyên xwe dorpêç dike û banga vegerê li koçberan dike
19 mijdar, 2020   06:51
ŞEHBA-FÎRAS ÎBRAHÎM

Hevserokê Desteya Aboriyê ya herêma Efrînê Îmad Dawûd li ser kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî koçberên Efrînê û şêniyên kantona Şehbayê axivî.

Dawûd wiha got: "Ji dema dagirkirina Efrînê û koçberiya şêniyan li kantona Şehbayê de, hikumeta Şamê li dijî koçberên li kampan xeniqandinê pêk tîne, ew jî bi rêya ferzkirina dorpêça li herêmê pêk tê."

 ‘QEDEXEYA DERBASBÛNA KELÛPELAN LI ŞEHBA Û DESTESERKIRINA WAN’

https://www.hawarnews.com/kr/uploads/files/2020/11/19/065231_-1600x1200.jpg

Dawûd da zanîn ku hikumeta Şamê dorpêça xwe di dema dawiyê de li dijî kantona Şehbayê tundtir kiriye û wiha domand: "Bi hatina zivistanê re, hikumet qedexe dike ku madeyên bingehîn derbasî herêmê be, jê jî madeyên xwarin, alîkarî, ard, sotemenî, derman û pêdiviyên tenduristiyê. Ji wê zêdetir jî wan madeyan desteser dike û nahêle derbasî herêmê be."

Dawûd di berdewama gotina xwe de wiha eşkere kir: "Bi dorpêça hikumeta Şamê re, barekî mezin li şêniyan çêbû. Di encamê de biha gelek qatan bilind bû û azarên şêniyên li kampan tevî rewşên koçberiyê yên dijwar zêde bûn."

Bendên kontrolê yên hikumetê yên di navbera Heleb û kantona Şehbayê de pereyên zêde di dema derbasbûna madeyên bingehîn li herêmê de ferz dikin.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Xweser, bi rêya belavkirina madeyên bingehîn li ser şêniyan bê pere, dibe alîkar. Ew made jî, ji mazota sobe û madeyên alîkariyê ne. Lê belê Dawûd wiha piştrast kir: "Ew made bi temamî têrî şêniyan nake. Ew jî ji ber siyasetên hikumetê yên li hember gel dihêle ku şênî bêçare bibin."

‘SÛCÊN HIKUMETA ŞAMÊ LI DIJÎ ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ, HEMAN SÛCÊN DEWLETA TIRK IN’

Dawûd hevrûkirin di navbera sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî şêniyên Efrînê û sûcên hikumeta Şamê yên li dijî koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê de, çêkir.

Girêdayî mijarê Dawûd wiha axivî: "Car caran hikumeta Şamê li ser bendên kontrolê yên ber bi herêmê ve sivîlan digire, jê jî jinan. Hikumeta bi tewana danûstandina sivîlan bi Rêveberiya Xweser re digire. Ev sûc, dewleta Tirk a dagirker jî li Efrîna dagirkirî pêk tîne."

Li aliyekî din jî alavên ewlehiyê yên girêdayî hikumetê fişarê li ser bijîşkên pispor dike û qedexe dike derbasî kantona Şehbayê bin û erka xwe ya mirovî ya tedawîkirina nexweşan li navendên tenduristiyê pêk bînin, li gel wê jî qedexe dike derman derbas be. Li gel wê vîrusa Korona berbelav e û hejmareke zêde li herêmê bi vîrusê ketiye.

Dawûd wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ji aliyekî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê sivîlên li kantona Şehbayê rojane armanc digirin û ji aliyekî din ve jî hikumeta Şamê dorpêçeke xeniqî li herêmê ferz dike, bi wê re jî jiyana sivîlan dijwar dibe, mîna ku ew ne welatiyên Sûriyê ne."

‘HIKUMET BANG LI VEGERA PENABERAN DIKE Û DORPÊÇ LI SER ŞÊNIYÊN EFRÎNÊ FERZ DIKE’

Hevserokê Desteya Aboriyê ya herêma Efrînê Îmad Dawûd der heqê lidarxistina kongreya penaberan li Şamê ya ji bo banga penaberan a vegera li Sûriyê matmayî ma. Ji ber di heman demê de hikumeta Şamê li dijî welatiyên sûrî yên li kantona Şehbayê dorpêç ferz kiriye.

Têkildarî mijarê, Dawûd wiha bi lêv kir: "Beriya çend rojan Kongreyek li dar ket û bang li garantiya vegera penaberên sûrî yên li derveyî welat kir, lê li gel wê jî siyasetên koçberkirinê li xaka Sûriyê çêdibe."

Dawûd destnîşan kir ku zemîn ne amade ye ku penaberên sûrî di van deman de vegerin. Ew jî ji ber sûc û kiryarên hikumeta Şamê yên li dijî gelê Sûriyê ye.

Dawûd got bakurê Sûriyê parçeyek ji xaka Sûriyê nabe, her wiha şêniyên Efrîn û Şehba bi tevahî pêkhateyên xwe welatiyên Sûriyê ne.

Dawûd piştrast kir ku hîna berxwedana şêniyên Efrînê li hember dagirkeriyê yê ku hewl dide parçeyên ji xaka Sûriyê dagir bike û tev li Tirkiyê bike mîna çawa bi Lîwa Iskenderon kiriye, berdewam e.

Dawûd bang li hikumeta Şamê kir ku zihniyeta beriya 2011’an berde û xebata li ser avakirina Sûriyeke demokratîk bêyî dûrxistin an jî paşguhkirina tu pêkhateyekê bike.

Li dawiyê, hevserokê Desteya Aboriyê ya herêma Efrînê bang i rêxistinên navneteweyî, hiqûqî û NY’yê kir ku sînorekê ji kiryar û sûcên hikumeta Şamê re yên li hember gelê Sûriyê yê li kantona Şehbayê, deynin.

(fr)

ANHA