Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê

Komîteya Enerjiyê û Peywendiyê ya Meclisa Sivîl a Reqayê bê navbera xebatên ji nû ve vegerandina kehrebeyê ji tevahiya bajêr re didomîne. Heta niha bi rêjeya ji sedî 65 ji vê xebatê bi dawî kiriye. Komîteyê bi hatina zivistanê re bang li şêniyan kir ku kehrebeyê bi awayekî baş bi kar bînin.

Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê
Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê
Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê
Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê
Piştî xebatên 6 mehan kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên Reqayê
19 mijdar, 2020   06:39
REQA-EHMED ESAF

Warê kehrebeyê ji binesaziya bajarê Reqayê ya herî zêde wêran bûye ji ber şerên ku li bajêr rûdane. Li gorî berpirsên Komîteya Enerjiyê rêjeya wêraniya avahiya kehrebeyê ji sedî sed e. Çeteyên DAIŞ`ê beriya ku ji bajêr werin derxistin tevahiya veguhêzên kehrebeyê talan kirin.

Di dirêjahiya 6 mehan de piştî zêdekirina desteka aborî ji bo projeyan û piştî ku werşeyên fenî asta xebatên xwe zêde kirin, Komîteya Enerjiyê derbasî taxên bajrê bûn û kehrebe gihand zêdetirî 100 navendî. Her navendek li gorî karîna xwe kehrebe dide gelek taxan.

Piştî bidawîbûna 7 projeyan di nava bajêr de ku beriya du mehan hatibûn destpêkirin, kehrebe bi rêjeya ji sedî 65 gihaşt taxên bajêr. Li gorî hevserokê Komîteya Enerjî û Peywendiyê Ehmed El-Lewaş dê projeyên vegerandina kehrebeyê ji bo 65 navendên di nava taxên mayî de werin destpêkirin, mîna Diriye, herêma çerxerêya Emin Dewlê, taxên Hewza Firatê, Romaniyê, Kolana El-Bedo, taxên li dora Stada Beledî. Her wiha piştrast kir ku li gorî girîngiyê xebatên wan li taxên ku gelek zirar dîtine berdewam in mîna sûkan, kolana Wadî, kolana Til Ebyed û Neîm.

Derbarê astengiyên ku rastî wan projeyan hatine El-Lewaş diyar kir ku bi hatin zivistanê re pirsgirêk di kebil û veguhêzên ku hatine bicihkirin de derdikevin. Şênî jî vala vala kerhebeyê xerc dikin.

El-Lewaş da zanîn ku projeyên heyî wê bi destpêka sala bê re bi dawî bibin. Piştre dê dest bi projeyê din li 65 navendên li bajêr bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fZxpMDwECmg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>