Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar

Elî Ehmed Yûsif li Amûdê dijî û 8 sal e li dikana xwe ya 4 metre, kel û pelên kevnar berhev dike. Dikana Yûsif bûye cihê zindîkirina bîranînên rojên berê.

Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
Çîroka firoşkarekî tiştên kevnar
19 mijdar, 2020   07:57
QAMIŞLO-MEHMET EKÎNCÎ

Elî Ehmed Yûsif ji 22 saliya xwe ve kel û pelên kevnar berhev dike. Di sala 1992’yan de dema ku li Şamê bû, hin kesên ku kel û pelên kevnar berhev dikin, dibîne û ew jî dest bi wî karî dike.

Yûsif diyar kir ku ji salên 1990’î ve bala wî li ser kel û pelên kevnar e û dest ji berhevkirina tiştên kevnar bernade. Yûsih wiha qala karê xwe kir:

“Ji sala 1991’ê ve ez ji vî karî hez dikim. Berê min li Şamê bazirganî dikir. Di 1991’an de min firoşgehên  tiştên kevnar  li Heleb û Şamê dîtin û wan bandor li min kir. Ji ber ku dema mirov bi tiştên kevnar re mijûl dibe, bi dîroka pêşiyên xwe re jî mijîl dibe. Bi vî fikrî min dest pê kir. Ji 22 saliya xwe ve min dest pê kir û hê jî didomînim.”

CARA YEKMÎN TEPSIYEKE JI SIFIR DIKIRE

Yusif diyar kir ku ew xemgîn e ji ber ku bi tena serê xwe di nava malbata xwe de vî karî dike û wiha got: “Ez zewicî me û zarokên min jî hene, lê ji ber ku nirxê tiştên kevnar nizanin, naxwazin hînî vî karî jî bibin.”

Yûsif got ku dema ew vegeriya Amûdê tu kesekî ku karê firotina tiştinên kevnar dikir tune bû û wiha berdewam kir: “Hem ji ber ku kesî ew kar nedikir û hem jî ji ber meraqa xwe min beriya 8 salan dikanek vekir. Min di dikana xwe de cara yekemîn tepsiyek ji sifir kirî.”

Yûsif wiha axaftina xwe domand: “Dikana min pir naxebite. Ji ber şerê heyî turîst nayên herêma me. Ev bandoreke neyînî li firotina tiştên kevnar jî dike. Ji ber vê yekê em nikarin bi vî karî debara xwe jî bikin.”

HÊVIYA VEKIRINA MUZEXANEYEKÊ

Ji ber ku dikana wî biçûk e, Yûsif bi gazinc e û dibêje: “Heke dikana min mezin bûya, dê wekî muzexaneyekê xweşik bûya. Wê demê dê eleqedariya ji bo tiştên kevnar jî zêde bibûya. Heke min bi navê Rojava muzexaneyek vekira, dê pir xweş bûya.”

Yusif bal kişand ser kel û pelên di dikana xwe de û got: “Hemû kel û pelên di dikana min de, bermahiyên ji dîroka pêşiyên me ne. Ji ber ku her amûrekî, dîrok û bîranîneke xwe heye, tiştekî xweşik e.”

‘HER ALAVEKE KEVNAR BÎRANÎNEKE XWE HEYE’

Her wiha Yusif got: “Di dikana min de tej, perwaneyeke sedsalî, saetên kevnare, lewheyên bi alfabeya ermenî hatine nivîsandin, seriyên xezalan ên bi dîwaran ve dadiliqînin, tabloyên xweşik û eyne hene. Dîroka gelekan heta 100 salan diçe.”

Firoşkarê tiştên kevnar, Elî Ehmed Yûsif di dawiyê de banga hestiyariyê li gel kir û wiha got: “Ez vê yekê ji gelê me dixwazim; bila kel û pelên ji pêşiyên me mane, biparêzin, heke dixwazin, bila bînin bi pere bifiroşin me da ku em wan biparêzin û ji bo zarokên  xwe bikin mîrate. Ji ber ku her amûrek dîrok û bîranîneke xwe heye. bonimûne dema ku bavê min digot binêre ev tişt ji bavê min, ji min re maye, pir keyfa min dihat.”

ANHA