Yewnanistan gef li Tirkiyê xwar: Em ê li dadgeha navneteweyî gilî bikin

Serokwezîrê Yewnanistanê Kyriakos Mitsotakis gef li dewleta Tirk xwar ku heke bangawaziyên diyalogê bê bersîv man wê li dadgeha navneteweyî gilî bike.

Yewnanistan gef li Tirkiyê xwar: Em ê li dadgeha navneteweyî gilî bikin
18 mijdar, 2020   21:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Yewnanistanê (NA-MPA) Kyriakos Mitsotakis got Yekitiya Ewropayê (YE) dê gavan bavêje da ku berjeweniyên xwe yên stratejîk û berjewendiyên dewletên endamê biparêze.

Mitsotakis destnîşan kir ku divê Yewnanistan û dewleta Tirk dest bi diyalogê bikin, heke ev yek pêk nehat wê çareserî bi rêya dadgeha edlê ya navneteweyî pêk were.

Kyriakos Mitsotakis piştrast kir ku girtekên dewleta Tirk yekitiya NATO`yê di 2020`an de qels kir.

Têkildarî heman mijarê berdevkê serkreterê giştî yê NY`yê destnîşan kir ku rêxistinê, geşedanên li Faroşma bi fikar dişopîne. her wiha got helwesta NY`î ji Varosha nehatiye guhertin û bang li aliyan kir ku girtekên yekalî negirin.

Qibrisiyên li Yewnanistanê yên li beşê başûrê yê giravê li dijî serdana serokkomarê Tirkiyê ya ji bo Varosha ya li bakurê Qibirsê çalakî kirin

 (şx)