Aborînasekî Sûrî: Zirarên aborî yên hikumeta Şamê gihaştin 531 milyar û 100 milyon dolarî

Zirarên aborî ji destpêka aloziyê heta dawiya 2019’an gihaştin 531 milyar û 100 milyon dolarî.

Aborînasekî Sûrî: Zirarên aborî yên hikumeta Şamê gihaştin 531 milyar û 100 milyon dolarî
19 mijdar, 2020   05:31
ŞAM-NISRÎN XELÎL

Aloziya li welat, şerên di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de bû encama wêrankirina welat, koçberkirina bi milyonan li hundir û derveyî welat û birçîkirina şêniyên mayî.

Şer hişt ku bihaya lîreya Sûriyê li hember pereyên biyanî, bi taybet dolar hilweşe, li gel wê jî pêkanîna Qanûna Qeyser li dijî hikumet û kesayetên girêdayî wê jî bû sedema hilweşîna rewşa aborî li herêmên di bin kontrola hikumetê de.

Li aliyekî din jî World Food Program (WFP) di raporeke xwe de texmîn kir ku dê milyonek mirov di 2020’an de li 9.3 milyon mirovên xizan ên li Sûriyê de, zêde bin.

Girêdayî mijarê, şêniyê (T.F) got mijar ji bi temamî ji bin serweriyê derketiye û wiha domand: "Di vê zivistanê, em mazotê nakirin, ji ber pere têra xwarin û nanê me nakin."

Li aliyekî din jî şêniyê (L.R) da zanîn ew neçar bû ku nivînên malê bifiroşe, da ku zeyta zeytûnan bikire, ji ber bihayên wê zêde û hewcedarî kişandina pereyan ji bankê heye.

Lê şêniya (S.N) jî li ser nexweşiya xwe wiha axivî: "Wî tedawiya xwe rawestandî, ji ber mûçeya wê ya karbesiyê têra kirîna derman nake, ji ber bihayên wê pir bilind bûye. Ew nexweşê şekir e û dibe ku bihayê vê nexweşiyê sembolîk be, lê belê nayê dabînkirin û bihayên wê bilind e."

Li ser tevnên civakî der barê herêmên di bin serweriya hikumeta Şamê de helwestên nebaş ên li ser rewşa aborî hene û piranî xwesteka koçberiya komî dikin. Ew jî ji ber zêdebûna astengî û dijwariya dabînkirina pêdiviyên rojane yên pêwîst e.

Komîteya NY’yê ya aborî û civakî ya rojavayê Asyayê (ESCWA) û navenda lêkolînên Sûriyê ya zanîngeha St Andrews raporeke hevbeş a bi sernavê "Sûriyê" amade kir, ew rapor piştî 8 salan ji şer di Îlona borî de li ser demên di navbera 2011 û 2019’an de hat amadekirin û tê de zirarên ji ber şer li beşên avakirin, veguhastin, ewlehî, çêkirin, kehrebe û tendurstiyê çêbûne, hatin eşkerekirin.

Li gorî raporê, nirxa wêrankirina madî ya sermayeyê, nêzî 117 milyar û 700 milyon dolar e, her wiha zirara giştî bi nirxa 324 milyar û 5 milyon dolar e. Bi wê re jî lêçûna aboriyê ya giştî ji ber şer, bi nêzî 442 milyar dolar e.

Çavdêr dibînin ku hilweşîna rewşa aborî li herêmên hikumeta Şamê, ji ber siyasetên hikumetê, belavbûna gendelî û xwegirtina di ser hev re li ser saziyên dewletê ye.

Li aliyekî din jî aborînasekî sûrî ji herêmên di bin serweriya hikumetê de ku nexwest navê xwe ji ber sedemên ewlehiyê eşkere bike, diyar kir ku sedemên hilweşîna rewşa jiyan û kêmbûna bacên dahatûyan wiha ne;

Dahatûyên bacan li ser qût, qezenc û dewlemendiyê di 2011’an ji sedî 4.2 kêm bû û di 2019’an de bi paş ket û bû ji sedî 0.99.

Bacên li ser kelûpel û xizmetguzariyên herêmî di 2011’an de ji sedî 5.4 heta 2019’an daket û bû ji sedî 2.8.

Bacên li ser dahatûyên ku ne ji bacên pêwîst û ne yên petrolê ne û yên ku ji qezenca şîrketên giştî tên di 2011’an de ji sedî 10.4 heta 2019’an daket û bû ji sedî 2.4.

Dahatûyên beşa turîzmê di 2010’an de 8 milyar û 210 milyon dolar bû anku nêzî ji sedî 13.7 ji berhema giştî ya herêmî ya wê demê bû û di 2017’an de bû 14 milyon dolar.

Li gel wê jî, aborînas ji ANHA’yê re eşkere kir ku fînansên biyanî yên ku çavkaniyên pereyên biyanî bûn, ew jî winda bûn. Her wiha nirxa fînansên biyanî di navbera 2005 û 2011’an de zêdetirî 8 milyar dolar bû.

Li gorî aborînas, bi sedema şer zirarên mezin bi şîrketên bazirganiyan û derçûnan bûn, ji ber nirxa wê di 2010’an nêzî 8 milyar û 800 milyon dolar bû û di 2015’an de daket û bû 651 milyon dolar.

Aborînas diyar kir ku qelsbûnên li dahatûyên giştî bûne û rawestandina berheman li gelek beşan bûn sedema têkçûna darayî giştî. Her wiha di 2013’an de astengiya hevsengiya darayî gihatş ji sedî 56.

Li gorî aborînas, di dawiya 2019’an de zirarên li pey hev di berhema herêmî ya giştî ya Sûriyê de çêbû, anku nêzî 420 milyar û 900 milyon dolar e.

Zirarên aborî yên giştî di dawiya 2019’an de nêzî  530 milyar û 100 milyon dolar de bû, ev hejmar jî li gorî berhema herêmî ya giştî ya 2010’an ji sedî 967 e.

Di dawiyê de aborînas da zanîn ku siyasetên aborî yên binketî yên hikumetên Şamê yên li pey hev, bûn sedema karesata rewşa jiyanê ku berê nebûye.

(fr)

ANHA