​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Zarokan, ciwanên temen biçûk li malbatan vegerandin

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê giliyan bi rêya nivîsgehên xwe yên şaxî werdigire û lêpirsînê çêdike, her wiha nivîsgehê bi hevkariya bi QSD’ê re 4 ciwanên temen biçûk li malbatên wan ên li Hesekê û Qamişlo vegerandin.

​​​​​​​Nivîsgeha Parastina Zarokan, ciwanên temen biçûk li malbatan vegerandin
19 mijdar, 2020   02:42
REQA-EMAR ABDULETÎF

Nivîsgeha Parastina Zarokan a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê xebata xwe di 1’ê Cotmehê de dest pê kir û di 20’ê heman mehê de 9 nivîsgehên xwe yên şaxî yên li rêveberiyên sivîl ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû kirin.

Nivîsgehên şaxî heta 15’ê vê mehê gelek gilî pêşwaz kirin, her wiha nivîsgeha Hesekê 23 gilî, nivîsgeha Qamişlo 12 gilî, nivîsgehên Tebqa û Reqayê 2 gilî, nivîsgehên Efrîn û Şehbayê 3 gilî, nivîsgeha Kobanê 10 gilî û nivîsgeha Dêrazorê giliyek pêşwaz kir. Heta niha 4 gilî hatine çareserkirin û ciwanên temen biçûk li malbatên wan ên li Qamişlo û Hesekê vegerandin.

Hevseroka Nivîsgeha Parastina Zarokan Murhef Abdullah wiha got: "Nivîsgeh û bi hevkariya bi QSD’ê re xebata li ser lêkolînkirina giliyên mayî yên hatine pêşkêşkirin dikin, da ku lêpirsîn û çareseriyê pêk bînin.

Murhef Abdullah wiha domand: "Piştî nivîsgehê zarokan radestî malbatê dike, serdana wan dike, da ku rewşa wan bişopîne û ji nû ve tev li civakê bike."

Di Gulana îsal de NY’yê ji aliyekî ve, QSD’ê û Rêveberiya Xweser ji aliyekî din ve peymaneke îmze kir. Peyman der barê qedexekirina leşkerkirina ciwanên temen biçûl li nava QSD’ê de ye. Her wiha li gorî daxuyaniyên berê yên berpirsên Rêveberiya Xweser, di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pandemiya vîrusa Koronayê, peyman nehat pêkanîn.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LckbXZ6aMho" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>