`Ramanê rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê û jiyana hevbeş e`

Henna Somî piştrast kir ku ramanê rêber Abdullah Ocalan rêya tekane ya xilasiya Rojhilata Navîn ji aloziyên heyî ye. Her wiha destnîşan kir ku desthilata Tirk ji tirsa belavbûna fikrê wî û projeya netewa demokratîk tecrîdê girantir dike.

`Ramanê rêber Abdullah Ocalan kilîta aştiyê û jiyana hevbeş e`
19 mijdar, 2020   03:33
QAMİŞLO-LÎLAV DÎWANÎ

Desthilata Tirk siyaseteke hovane li dijî rêber Abdullah Ocalan dimeşîne. Tecrîdeke giran lê ferz dike û hevdîtinên malbatê û parêzeran qedexe dike. Di dema ku li gelek qadên civakî û çandî, tê destnîşankirin ku perspektîvên rêber Abdullah Ocalan rolek di çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn de bi taybet aloziya Sûriyê lîst.

Rêber Abdullah Ocalan di serdan û hevdîtinên bi birayê xwe re hinek kilîtên çareserkirina aloziyên li Rojhilata Navîn nexasim aloziya Sûriyê xuya kirin. Lê dewleta Tirk hesabê vê yekê dike ji ber wê tecrîdê li rêber Abdullah Ocalan di girtîgeha Îmraliyê de girantir dike, da ku fikrên wî negihêjin herêmê. Ruxmî ferzkirina tecrîdê ji 2015`an ve, lê di 2`yê Cotmehê de li ser daxwaza dozgeriya bilind a Bursayê dadgeha cezayan a duyemîn cezaya qedexeya hevdîtina bi parêzeran re heta 6 mehan li rêber Abdullah Ocalan û 3 dîlgirtiyên pê re birî.

Têkildarî mijarê endamê rêveber ê Komeleya Çandî ya Suryan a li Sûriyê Henna Somî diyar kir ku zihniyet û siyaseta dewleta Tirk ne li gorî fikrê netewa demokratîk e û wiha domand: “Perspektîvên rêber Abdullah Ocalan ji bo çareserkirina aloziya li Rojhilata Navîn li ser bingehên demokratîk û mirovî, ji salên notî ve hatine pêşkêşkirin. Dewletek şofanîst mîna dewleta Tirk helbest wê li dijî wê bisekine û fikrê demokratîk ê rêber Abdullah Ocalan qebûl nake.”

`FİKRÊ RÊBER ABDULLAH OCALAN Jİ BO TEVAHİYA GELÊN HERÊMÊ MÎNA RONAHİYÊ YE`

Somî di nav gotinên xwe de da zanîn kir ku nameyên rêber Abdullah Ocalan ên li ser çareserkirina aloziya Rojhilata Navîn gelek girîng in nexasim aloziya Sûriyê. Somî piştrast kir ku rêber Abdullah Ocalan di nameyên xwe de xuya dike ku rêya tekane ya jiyana aştiyane li Rojhilata Navîn ji dûrketina ji fikrê netewperest ê şofanîst destpê dike. Ev fikr di dirêjahiya serdeman de gelek netew û gel qir kirin.

Somî wiha pê de çû: “Fikrê DAIŞ`î û çareseriya leşkerî yên ku Erdogan xwedî lê derdikeve yan jî modernîteya kapîtalîst û fikrê desthildat ê olî aloziyan çareser nake.”

Somî di nava gotinên xwe de da xuyakirin ku desthilatên Tirk bi zanabûn tecrîdê girantir dike û hevdîtinên malbat û parêzeran li rêber Abdullah Ocalan qedexe dike. Somî diyar kir ku ev yek îsbat dike ku rêber Abdullah Ocalan azad e û dewleta Tirk hesabê fikrê wî yê ku li tevahiya cîhanê belav bûye dike û gotinên xwe berdewam kir: Fikrê rêber Abdullah Ocalan wek ronahî ye û fikrê Erdogan û partiya wî tartî ye, tarîtî û ronahî li hev nakin.

‘PÊŞNIYARÊN RÊBER ABDULLAH OCALAN KILÎTÊN AŞTIYÊ NE’

Somî piştrast kir ku fikir û pêşniyarên rêber Ocalan kilîtên aştiyê û gihandina ber bi lûtkeya mirovahî û jiyana hevbeş a bi nûnertiya neteweya demokratîk ve û bêyî cudahî yan jî nijadperestiyê ye û wiha pê de çû: "Nîşaneya vê yekê jî, dema rêber Ocalan ji Îmraliyê di 15’ê Çileyê de peyamek şandibû û gotibû gelên Suryan, Aşûr û Keldan ji gelên mezin ên şaristandiyên li Rojhilata Navîn û Mezopotamyayê ne û di gelek qirkirinan re derbas bûne. Ez jî wek Abdullah Ocalan hatim ku vî gelî û çanda wî biparêzim. Divê her kurdek jî parastina van gel û çanda wan bike, projeyeke dewlemend heye û navê wê jî neteweya demokratîk e."

Somî destnîşan kir ku divê dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî helwestekeî mirovî der barê sûcên li dijî rêber Ocalan li girtîgeha Îmraliyê de pêk tên, bigirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Ji ber rêbertî xwedî projeya neteweya demokratîk û aşitiyê. Divê dewletên cîhanê û rêxistinên hiqûqî di bin siya modernîteya kampîtalîzmê de bê deng nemînin û divê bi erkên xwe yên bîlançokirina sûcên Erdogan ê terorîstê rastîn rabin, ji ber ku Erdogan sûcdarê şer e. Lê pirsa di vir de Erdogan li gorî dewletên li ser sûc û kiriyarên wî bê deng in, kî ye? an jî ew alaveke di destê wan de?"

(şx-fr)

ANHA