Li Dêrazorê şaneyên girêdayî aliyên cihêreng û DAIŞ hewl didin xwe ji nû ve xurt bikin

DAIŞ ji tevgerîna şaneyên veşartî yên cihêreng li gundewarên Dêrazorê sûdê werdigire, da ku xwe ji nû ve li herêmên rizgarkirî geş bike. Bi wê re jî berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê da zanîn ku tunebûna teknolojî û alavên leşkerî yên pêşketî û firehbûna erdnîgariya Dêrazorê ya beyarê li hemberî têkbirina şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê dibe asteng.

Li Dêrazorê şaneyên girêdayî aliyên cihêreng û DAIŞ hewl didin xwe ji nû ve xurt bikin
19 mijdar, 2020   01:17
NAVENDA NÛÇEYAN-EHMED MIHEMED

Şaneyên veşartî yên girêdayî DAIŞ’ê, hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk di vê dawiyê de tevgerên xwe li gundewar û bajarokên Dêrazorê zêde kirin, nexasim li rojhilat, bakur û rojavayê wê. Tevgerên wan şaneyan li dijî QSD’ê û kesayetên eşîrtî û civakî yên navdar û karkerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê ne.

Di êrişa duşema borî de, şaneyan karkerên Meclisa Sivîl a Dêrazorê li gundewarên bakurê bajêr armanc girtin, her wiha şaneyan sivîlên nobetdariya zeviyên petrolê yên zeviyên Umer, Konîko û Cebse dikin, rmanc girtin.

Li gorî agahiyên heyî, çekdarên nenas erebeya ku karmendên Komîteya Çavdêrî û Keşfkirinê ya Meclisa sivîl a Dêrazorê vediguhastin gulebaran kirin, di encamê de karmend birîndar bûn û hê jî di nexweşxaneyên li herêmê de tedawî dibin.

 ‘DAIŞ HEWL DIDE CAREKE DIN SERWERIYA XWE LI SER HERÊMÊ FERZ BIKE’

Der barê tevgerên şaneyên veşartî yên vê dawiyê li herêmên Dêrazorê de, berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah wiha got: "Piştî DAIŞ ji aliyê leşkerî ve bi dawî bû, hê jî mîna şaneyên veşartî li herêmê sûcan pêk tînin, da ku ewlehî û armaiya herêmê tevlihev bike û hewl dide şanseke bi dest bixe da ku ji nû ve serweriya xwe li herêmê ferz bike."

Lîlwa Abdullah wiha domand: "Êriş û sîuqast li dijî berpirsên leşkerî, navdarên eşîrtî û kesayetên rêveberî yên Rêveberiya Xweser pêk tên."

Lîlwa Abdullah bi lêv kir ku ev êriş bi pêşkêkirina xebatên xizmetguzariyê yên li herêmê zêde bûn, ew jî bi armanca derbekirina projeya neteweya demokratîk e.

Lîlwa Abdullah bi xwe jî di 25’ê Îlonda borî de di sîuqastê de li dijî erebeya wê re derbas bû , di encamê de ajokarê wê li ser rêya Xerafê ya di navbera Hesekê û Dêrazorê birîndar bû. Li aliyekî din jî endamê fermandariya Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Ehmed Xebîl (Ebû Xebîl) di 1’ê Mijdarê de tevî nobetdarê wî rastî hewldana sîuqastkirinê hatin.

 ‘ÇALAKIYÊN ŞANEYÊN ÎRANÊ NE KÊMÎ YÊN DAIŞ’Ê NE’

Ji dema ragihandina QSD’ê ya têkbirina DAIŞ’ê li Baxozê di Adara borî de, çalakiyên QSD’ê yên ewlehî li dijî şaneyên veşartî yên li herêmê belav bûne, ranewestîn, girêdayî mijarê Lîlwa Abdullah got şaneyên girêdana wan ên cihêreng li herêmên Dêrazorê çalak in, hene.

Lîlwa Abdullah wiha daxuyand: "Ji bilî DAIŞ’ê, şaneyên girêdayî qaşo Artêşa Nîştimanî ya Sûriyê, şaneyên girêdayî hikumeta Şamê û milîsên Îranê hene."

Lîlwa Abdullah da zanîn çalakiyên şaneyên Îranê ne kêmî çalakiyên şaneyên DAIŞ’ê yên li herêmê ne û piştrast kir ku Îranê şaneyên çeteyên DAIŞ’ê derfet digire.

Der barê çawaniya derfetgirtina şaneyên Îranê yên girêdayî saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê ya bûyerên ji bo berjewendiyên xwe de, Lîlwa Abdullah wiha got: "Lîstoka hikumeta Şamê piştî qetilkirina rûspiyê qebîleya Egîdat şêx Mutşer El-Hefel eşkere bû, her wiha hikumeta Şamê rewşa li herêma gur derfet girt, da ku derbas be."

Lîlwa Abdullah piştrast kir ku hêzên wan gelek şaneyên girêdayî saziyên ewlehî yên hikumeta Şamê ku propogandaya wê dikirin, girtin. Li aliyekî din jî şaneyên DAIŞ’ê di çalakiyên berê de girtin. Her wiha serdegirtinên şaneyan berdewam e.

Lîlwa Abdullah diyar kir ku tişta ku erka hêzên wan a têkbirina şaneyan asteng dike, ew e ku şênî ditirsin agahiyan li ser tevgerên wan, nuqteyên kombûn û plangeriya wan bidin, da ku ji hêla wan ve neyên armancgirtin û erdîngariya fireh a beyara Dêrazorê jî dibe asteng û wiha pê de çû: "Di rastiyê de tu derfetên têknolojî û alavên leşkerî yên pêşketî yên guncaw ji bo eşkerekirina istîxbaratî li gel me tune ne."

Berdevka Meclisa Leşkerî ya Dêrazorê Lîlwa Abdullah di dawiyê de bang li Koalîsyona Navneteweyî kir ku piştevaniya hêzên wan bi alavên leşkerî û têknolojiya pêşketî bike, da ku bibe piştevanê têkbirina şaneyan û ferzkirina ewlehiyê li ser herêmê.

(fr)

ANHA