`Zarok qurbaniyên şeran in divê werin parastin`

Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan a Sûriyê ragihand ku êdî zarok bûne qurbaniyên şeran. Her wiha bang li NY û Xaça Sor a Kurd hate kirin ku azarên zarokan bi dawî bikin, cih û saziyan ji bo parastina wan peyda bikin.

`Zarok qurbaniyên şeran in divê werin parastin`
18 mijdar, 2020   15:35
QAMIŞLO

Bi nêzîkbûna Roja Zarokan a Cîhanê re di 20`ê Mijdarê de, Navenda Lêkolînan û Parastina Mafên Jinan daxuyanî da. Endama navendê parêzer Nesrîn Osman daxuyanî xwend.

Navendê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku di çend salên dawîn de asta tundiyê li dijî zarokan bilind bûye. Li gorî Rêxistina Xilaskirina Zarokatiyê rêjeya qurbaniyên sivîl a herî bilind a zarokan e. Şerê çekdarî dibe sedema parçebûna civakê û bi hezaran zarok neçar dibin ku kar bikin da ku piştgiriya malbatên xwe bikin.

Navendê di berdewama daxuyaniya xwe de da zanîn ku qanûna navneteweyî ya mirovî pîvanên parastina kesên ku ji şerên çekdarî zirar dibînin, diyar kirine. Li gorî wan pîvanan zarok ji tevahiya binpêkirinên mîna îşkencekirin, dan û standina nebaş, tundiya cinsî, girtin û koçberiya bi zorê tên parastin.

Her wiha navendê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kirin: “Divê zarok nebin armanca êrişan sedem çi dibe bila bibe. Divê bi rêzdarî pê re were dan û standin û werin parastin. Divê mafê perwerdeya bi zimanê dayîkê, xwarin, tenduristî ji wan re peyda bibin. Tevahiya tedbîr ji bo wan bê girtin da ku werin parastin.“

Navendê di daxuyaniya xwe de bal kişand ser kirinên dewletan û komên çekdar li Sûriyê û diyar kir ku ew pîvanên qanûna navneteweyî ya mirovî binpê dikin. Ji lew ra bang li Neteweyên Yekbûyî (NY),  Xaça Sor û tevahiya aliyên têkildarî parastina zarokan û jinan hate kirin da ku azarên zarokan û jinan li Sûriyê bi taybet û li cîhanê bi giştî bi dawî bikin.

Navendê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li aliyên têkildar ên li Sûriyê û Rêveberiya Xweser kir da ku xebatên xwe zêde bikin da ku cih û saziyan ji bo parastina qurbaniyên şer peyda bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9ugPAU3zKpI" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>