Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist

Îro bi sedan şêniyên Eyn Îsayê, ji bo şermezarkirina topbarana dewleta Tirk a li dijî navçeyê li gel bêdengiya Rûsyayê, çalakiyek protestoyî li ber baregeha Rûsyayê ya li navçeyê li dar xist.

Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
Şêniyên Eyn Îsayê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk li pêşiya baregeha Rûsyayê çalakiyek li dar xist
18 mijdar, 2020   15:32
EYN ÎSA

Bi sedan şêniyên navçeya Eyn Îsa bi armanca şermezarkirina topbarana bêserûber a dewleta Tirk li dijî navçeyê çalakiyek protestoyî li pêşiya baregeha Rûsyayê ya li navçeyê li dar xist. Şêniyan bermahiyên topan bi xwe re birin.

Li pêşiya baregehê şandeyek ji şêniyan derbasî baregehê bûn da ku êrişên duh ên li ser navçeyê şermezar bikin.

Piştî ku şande ji baregehê derket, Hezaa Mihemed ji ANHA`yê re axivî û got: “Berpirsên Rûs bi daxwazên me re yên ji bo rawestandina êrişên li dijî navçeyê û gundên wê, eleqedar bûn.”

Duh bi şev artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora navçeyê û Lîwa 93 a hêzên hikumeta Şamê topbaran kir.

(şx)

ANHA