'Hêza ku ji aliyê Êzidiyan ve neyê hilbijartin wê me bi rêve nebe'

Partî û meclisên Êzidiyan ên li Şengal û derve û bang li civaka navnetewî kirin ku peymana Iraq û PDK'ê ya li ser Şengalê red bikin û îtîrafê fermî bi Rêveberiya Xweser a Şengalê bikin û êrişên Tirkiyê rawestînin.

'Hêza ku ji aliyê Êzidiyan ve neyê hilbijartin wê me bi rêve nebe'
17 mijdar, 2020   16:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Rêveberiya Xweser a Şengalê, Partiya Demokrat û Azadî ya Êzidiyan û Meclisa Êzidiyan a li derve têkildarî rewşa Şengalê û hewldanên PDK'ê yên bidawîkirina Rêveberiya Xweser û kontrolkirina Şengalê daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin ser êrişên çeteyên DAIŞ'ê yên sala 2014'an ên li ser Şengalê û ev tişt hatin gotin: "Rewşa gelê Şengalê diyar e. Sala 2014'an DAIŞ'ê êrişî me kir, hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê em hiştin. DAIŞ'ê li dijî me qirkirina komî pêk anî. Ne ji mudaxeleya Yekîneyên Parastina Gel û Partiya Karkerên Kurdistanê baya wê DAIŞ'ê çanda me ya herî qedîm li Mezopotamyayê tunekiriba. Tevî vê yekê em hemû derneketin. Yên ku dikarîn parastina xwe bikin tevî YPG'ê bûn û çek jê wergirtin. Me yekitiyên xwe yên taybet Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê ava kirin. Piştî qewitandina DAIŞ ji herêmê me meclisa Şengalê ava kir."

Partî û meclisên Êzidiyan hewldana PDK'ê ya vegera li Şengalê ji bo tunekirina îradeya serbixwe ya civka Êzidî bi nav kir û wiha domand: "Lê, kî vegera? Di salên 2015/2016'an de Hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê vegeriyan. Em vê hewldana wê bi armanca tunekirina îradeya serbixwe ya gelê Êzidî bi nav dikin. Piştî qirkirina komê ya ji aliyê DAIŞ'ê ve hate kirin wê qet hêzên derve ku ji aliyê Êzidiyan ve neyê hilbijartin, me bi rêve nebe. Yekîneyên Berxwedana Şengalê û Yekîneyên Jinên Şengalê wê heta dawiyê parastina Şengalê bikin."

Di daxuyaniyê de bang li Dewletên Yekbûyî yên Amerîka, Yekitiya Ewropa, hikumeta Iraqê û hemû aliyên Kurdî hate kirin ku "Helwesteke zelal bidin û zextên mezin li PDK'ê bikin da ku siyaset, êrişên xwe û dorpêça li ser Şengalê dimildest rawestîne."

Di daxuyaniyê de hate gotin ku PDK û Tirkiyê bi armanca qirkirina civaka Êzidî êrişên xwe yên li ser Şengalê didomînin û wiha hate domkirin: "PDK'ê helwesteke dijber li dijî me girtiye û hêzên wê yekser êrişî Şengalê dike, her wiha bi îstîxbarata Tirkiyê re hevkar û agahiyan jê re kom dike da ku êrişî me bike."

Partî û meclisên Êzidiyan daxwazên xwe yên ji bo raya giştî ya demorkatîk, DYA, NY û hemû rêxistinên peywendîdar wiha rêz kirin:

-Divê herêmeke qedexekirina asîmanî li ser Şengalê were avakirin.

- Peymana li ser Şengalê ya di navbera hikumeta Iraqê û Partiya Demorkat a Kurdistanê (PDK) de ya 6'ê Comteha 2020'an hate îmzekirin red bikin.

-Îtîrafê bi Rêveberiya Xweser, sivîl, siyasî û civakî ya Şengalê re were kirin.

- Îtîrafeke fermî bi yekîneyên parastinê yên xweser ên li Şengalê û Asayîşa Êzidxanê were kirin.

-Divê hesab ji sûcdar, alîgir û alîkarên qirkirina komî yên li dijî gelê me li ser asta herêmê û navdewletî, bi taybet PDK, Tirkiyê û DAIŞ'ê were kirin.

-Ji bo jinûve avakirina Şengalê, desteka madî û malî were dayîn."

(bb)

ANHA