Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin

Navenda Lêkolînên Jineolojî ya Hesekê semînereke têkildarî tundiya li ser jinan da.

Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin
Çalakiyên 25'ê Mijdarê didomin
17 mijdar, 2020   17:47
HESEKÊ

Semîner bi beşdarbûna bi dehan ciwanan li navenda Ciwanan a taxa Nasira ya bajarê Hesekê hate dayîn.

Endama Navenda Jineolojî Henaa Dawud a semîner da behsa cûreyên tundiya li ser jinan tê meşandin kir û got, li ser jinan gelek cûre tundî tê kirin, ji wan tundiya fîzîkî, fikirî, cinsî û dirûnî ye.

Her wiha da zanîn ku tundî binpêkirina mafên mirovan û zayendperestî ye, di encamê de hemû cûreyên tundiyê li ser esasê zayendperestiyê ne.

Henaa destnîşan kir ku tundî dibe sedema ziyanên fîzîkî, cinsî, dirûnî û aborî û dibe ku ziyanên mezin li dirûniya jinan bike û ji mafê azadiyê bê par dihêle.

Di dawiya semînerê de Henaa Dawud bang li tevahî jinên cîhanê kir ku li hemberî tundiyê bisekinin û daxwaza mafên xwe bikin.

(bb)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/sJvWlEg2dnQ" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>