Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû

Pêşangeha wêneyan a bi navê "Êş û berxwedan" ya li Şehbayê di roja duyemîn de bi dawî bû.

Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
Pêşangeha wêneyan a li Şehbayê bi dawî bû
17 mijdar, 2020   15:40
ŞEHBA

Pêşangeha wêneyan a bi navê "Êş û berxwedan" a balê dişîne li ser êş û berxwedana şêniyên Efrînê yê li Şehbayê, duh ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê li hola kampa Serdemê dest pê kir.

Di pêşangehê de 80 wêneyên ku endamê Desteya Çand û Hunerê Remzî Qimê kişandin, hatin pêşandan.

Di roja duyemîn de, endamên meclis û komînên Şehbayê û şêniyên li kampên Berxwedan û Serdemê amade bûn.

Remzî Qimê ji ANHA'yê re axivî û got: "Piştî ku em ji ber dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê koçberî Şehbayê bûn, ez di nava kampan de geriyam û zehemtiyên ku şêniyên me ji ber zivistanê û kêmbûna derfetan wekî cil, xwarin û alavên germkirinê dikişînin dît."

Remzî diyar kir ku "Azarên şêniyan ku min bi çavên xwe dît, hestê min livand, di nava du sal û nîvekê de min bi kamereyan xwe ya besît derdora 700 wêne kişand. Ji wan min 80 hilbijartin û di pêşangehê de pêşand."

Qimê destnîşankir ku hemû wêne azarên şêniyan ji mezin heta biçûkan vedibêje, derdê wan hemûyan  bajarê wan Efrîn rizgar bibe û lê vegerin.

(bb)

ANHA