‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’

Fermanderê Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûdê di merasîma oxirkirina şehîdan de axivî û got ew bi şehîdan sebilind in ku ji bo xilasiya ji zilma DAIŞ’ê û ji bo ku aştî, jiyana hevbeş û biratî li herêmê hebe, canê xwe feda kiriye.

‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
‘Bi saya şehîdan em ji zilmê xilas bûn û em soz didin ku Sûriyeyeke demokratîk ava bikin’
17 mijdar, 2020   13:47
HESEKÊ

Bi sedan şêniyên Şedadê cenazeyên şervanên Hêzên Erka Xweparastinê Mihemed Ilêwî, Hesan Silêman El-Hemûd û Mazin Mehmûd El-Şêx li Goristana Şehîdan a Şedadê oxir kirin.

Girseya gel cenazeyên şehîdan ji ber avahiya Meclisa Malbatên Şehîdan wergirtin û ber bi goristanê ve ketin rê.

Li goristanê, merasîmê bi toraneke leşkerî dest pê kir. Paşê ji fermandarên Meclisa Leşkerî ya Şedadê Cesûr Amûde axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest. Cesûr Amûde got: “Bila cîhan bizane ku gelê fedakar koletiyê û zilmê qebûl nake. Ji bo azadiya xwe û ji bo herêmên me ewle bin, me bi hezaran şehîd dan. Em bi wan şehîdên ku em ji zilma DAIŞ`ê xilas kirin û bi saya wan aştî, jiyana hevbeş û biratiya gelan li herêmên me pêk hat, serbilind in.”

Cesûr Amûde bal kişand ser berxwedana şehîdan li hember komên çeteyan û rizgarkirina ax û gel û soza şopandina rêya wan heta avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng da.

Her wiha Cesûr Amûde destnîşan kir ku DAIŞ ji aliyê leşkerî ve tune bû, lê dîsa jî bi rêya şaneyên veşartî xwe zindî dike.

Piştre endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Deham El-Ferec wesîqetên şehadetê yên şehîdan xwendin û radestî malbatên wan kirin.

Di dawiyê de, cenazeyên şehîdan di nav tilîliyên de û bi berzkirina dirûşman re hatin veşartin.

(şx)

ANHA