Almanya: Dibe ku Biden plana kêmkirina hêzên DYA’yê li Almanyayê biguhere

Wezareta Parastinê ya Almanyayê ragihand ku dibe serokê DYA’yê yê nû Jeo Biden plana Trump a girêdayî kêmkirina hêzên amerîkî li Almanyayê, biguhere.

Almanya: Dibe ku Biden plana kêmkirina hêzên DYA’yê li Almanyayê biguhere
17 mijdar, 2020   13:28
 NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Reutersê, wezîra karên derve ya Almanyayê Annegret Kramp Karrenbauer got dibe ku serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) yê nû Jeo Biden planên girêdayî vekişandina hejmareke mezin a hêzên DYA’yê ji Almanyayê ku serok Trump ew yek di havînê de ragihandibû, biguhere.

Wezîra almanî wiha got: “Me bihîst ku niyeta Biden heye ku vê planê ji nû ve di ber çavan re derbas bike.”