Pompeo li Stenbolê ye û heta niha hevdîtin bi rayedarên Tirk re nekiriye

Wezîrê karên derve yê DYA'yê Mike Pompeo îro li Stenbolê bi patrîkê Dêra Rûm a Fenerê Bartholomeos re civiya, lê heta niha hevdîtin bi rayedarên Tirk re pêk neaniye.

Pompeo li Stenbolê ye û heta niha hevdîtin bi rayedarên Tirk re nekiriye
17 mijdar, 2020   13:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Mike Pompeo beriya ku biçe Mizgefta Rustem Paşa, bi Bartholomeos re yê rêberê Dêra Ortodoks li Patrîkxaneya Rûmî ya Fenerê ya Stenbolê civiya.

Li gorî AFP'ê, wezîrê karên derve yê DYA'yê û Bartholomeos dê mijarên olî yên li Tirkiye û herêmê nîqaş bikin.

Pompeo ji rojnamevanan re axivî û got: "Bêguman tiştên ku em dikarin nîqaş bikin di warê azadiya olî de li Tirkiyê hene û em rêbazên Tirkiyê di vê çarçoveyê de rexne dikin."

Ajansa Bloomberg berê ragihandibû ku Pompeo di serdana xwe ya Tirkiyê de ya ku rayedarên Tirk wek heqaretek dîtibû, dê bi serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan an bi endamên din ên hikumeta wî re hevdîtinê neke.

(dm)