Li Qerebaxê pevguhertina cenazeyan dest pê kir

Xaça Sor a Navneteweyî piştrast kir ku heta niha Ermenestan û Azerbêcanê cenazayên 200 kesan radestî hev kirine. Muxalefeta Ermenistanê jî xwest ku serowezîr Nîkole Paşinyan ji peywirê bê xistin.

Li Qerebaxê pevguhertina cenazeyan dest pê kir
17 mijdar, 2020   12:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor Peter Maurer got heta niha Ermenistan û Azerbêcanê cenazeyên 200 kesên ku li Qerebaxê hatine kuştin, radestî hev kirine.

Maurer piştrast kir ku dê Komîteya Navneteweyî xebatên xwe yên di vê derbarê de dewam bike. Her wiha tekez kir ku erkên sereke yên komîteyê li Qerebaxê, alîkarîdayîna koçberan, rakirina cenazeyan, serdana girtiyan ji bo amadekariyên dan û standinan û çalakiyên pevguhertinê ye.

Maurer wiha lê zêde kir: “Bi saya Hêzên Parastina Aştiyê yên Rûsyayê û Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor, her du aliyan dest bi rakirin û radeskirina cenazeyan kir.”

Li aliyekî din, endama Partiya Ermenistana Geş a muxalîf Naîra Zagrebyan banga xistina serokwezîrê Ermenistanê Nîkole Paşinyan ji peywirê kir û di rûniştina parlamantoyê de wiha got: “Îro, li vê derê divê tenê mijarek bê nîqaşkirin. Ew jî bidawîkirina rewşa şer û xistina Paşinyan ji peywirê ye. Tu mafekî me yê exlaqî ji bo nîqaşkirina dozeke din tune ye.”

(cx)