`Heke em dev ji zimanê dayikê berdin em îxanetê li şehîdan dikin`

Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanan helwestên xwe der barê xwestekên ENKS`ê anîn ziman û gotin ku ew ê li dijî her kesên hewldana rakirina fêrkirina bi zimanê dayikê dikin, bisekinin, ji ber ziman hebûna mirovan e û heke dev ji zimanê xwe berdin ew îxanetê li keda şehîdan dikin.

`Heke em dev ji zimanê dayikê berdin em îxanetê li şehîdan dikin`
17 mijdar, 2020   04:49
QAMIŞlO-KELSÛMA ELÎ

Hîn jî bertekên li dijî xwestekên ENKS`ê yên rakirina zimanê dayikê û vegera li materyalên hikumeta Şamê, berdewam in. Di vê derbarê de Endamên Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanên navçeya Girkê Legê nêrînên xwe anîn ziman û xwestekên ENKS`ê rexne kirin.

ꞌEM Ê LI DIJÎ KESÊN HEWLDANA RAKIRINA ZIMANÊ ME DIKIN BISEKININꞌ

Endama Rêveberiya Komîteya Şopdandina Dibistanên li Girkê Legê Heyfa Berekat axivî û got ku ziman ji xalên sereke yên hebûna gelan e, ji ber vê yekê dema desthilatek hewldana tunekirina hebûna gelekî bike, berî her tiştekî wî ji zimanê wî dûr dixe, ji ber ziman isbata hebûna mirov û çanda mirovan e.

Heyfa Berekat ev yek li gotina xwe zêde kir: "Me di pêvajoya Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de ji bo li dibistanan zimanê dayikê were dayîn li ber xwe da, fêrbûna bi zimanê dayikê bo me xewnek bû û piştî berdêlên ku şehîdan dan, em gihîştin vê qonaxê û me waneyên bi zimanê dayikê da qonaxa seretayî, paşê peymangeh û zanîngeh vekirin. Bi sedan xwendekar tev li van fêrgehan bûn, da ku bi zimanê dayika xwe bixwînin."

Di dawiyê de Heyfa Berekat bang li gelê Kurd kir ku ji bo parastina zimanê dayikê asta têkoşîna xwe bilind bikin û got ew dê li dijî her kesên ku hewldana rakirina fêrkirina bi ziman dayikê dikin, bisekinin.

ꞌHEKE EM DEV JI ZIMANÊ DAYIKÊ BERDIN EM XIYANETÊ BI KEDA ŞEHÎDÊN XWE DIKINꞌ

Endama Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanan Mahabad Dawûd hewldanên ENKS`ê yên rawestandina perwerdeya bi zimanê dayikê rexne kir û ev yek li gotina xwe zêde kir: "Ji biçûkatiya xwe de em ji bo zimanê dayikê li ber xwe didin, ji ber vê yekê heke em dev ji zimanê xwe berdin, dê maf û hebûna me nemîne. Ligel vê yekê bi hezaran şehîdan ji bo fêrkirina bi zimanê dayikê canê xwe feda kir, lewra heke em dev ji zimanê xwe berdin em îxanetê li şehîdên xwe dikin."

Mahabad Dawûd wiha dawî li axaftina xwe anî: "Beriya ku Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar bikeve, ENKS`ê ji bo ziman û çandê belavok (danezan) belav dikir, em jî ji wan re dibêjin; heke hûn dev ji zimanê xwe berdin, ka mafên we yên çandî? Me gav avêtine, ji wan vekirina zanîngeh û peymangehan, ji ber vê yekê em ji her kesî re dibêjin; em dev ji zimanê xwe yê dayikê bernadin."

ꞌZIMAN HEBÛN Û NASNAMEYA GELAN Eꞌ

Endamê Rêveberiya Komîteya Şopandina Dibistanên li navçeya Girkê Legê Ebdulhekîm Mîrza, destnîşan kir ku ziman hebûna gelan e, li ku dibe bila bibe, mirov bi zimanê xwe tê naskirin û bêyî ziman ne pêkan e ku şoreş bi ser bikeve.

Ebdulhekîm Mîrza wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ziman dîroka gelekî dide naskirin, lewra hemû hewldanên qedexekirina zimanê dayikê, tên wateya tunekirina nirxên wî gelî, ji ber vê yekê divê em parastina zimanê xwe bikin, xurt û belav bikin. Di dawiyê de em wekî mamosteyan em dev ji zimanê xwe bernedin û daxwazên ENKS`ê şermezar dikin."

)eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FGW6XkOsQ1k" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>