Weqfa Jinan a Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn

Weqfa Jinan a Azad a navçeya Girkê Legê gelek derfet li pêş jinan vekirin; mîna projeyên aborî û zanabûnê da ku jin behreyên xwe bi pêş bixin û xwe zana bikin.

Weqfa Jinan a Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn
Weqfa Jinan a Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn
Weqfa Jinan a Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn
Weqfa Jinan a Girkê Legê, çalakiyên ji bo geşkirina behreyên jinan pêk anîn
17 mijdar, 2020   07:09
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Weqfa Jinan a Azad a Sûriyê şaxê Girkê Legê yê di 2017’an de hatiye vekirin, hewl dide behreyên jinan bi rêya perwerdekirina di gelek aliyan de xurt bike, derfetên xebatê li pêş wan veke, da ku rola wê di civakê de xurt bike.

3 endam di weqfayê de dixebitin, panel didin û projeyan vedikin û dewreyên perwerdê didin.

WEQFA JINAN GELEK PROJE PÊK ANÎN

Weqfa Jinan a Azad a Girkê Legê gelek projeyên pêşxistinê mîna pêşxistina jinan û zarokan ji aliyên derûnî û moralê ve, pêk anîn.

Her wiha weqfayê îsal dewreyên perwerde ên pîşeya dirûtinê vekirin û nêzî 100 jin û keç perwerde bi dawî kirin.

Li aliyekî din jî jin perwerdeyên li ser hemşîre û destwerdanên lezgîn ji aliyê kadroyên tenduristiyê ve distînin, da ku zarokên xwe di malê de tedawî bikin. Waneyên tenduristiyê der barê nexweşiyên pençeşêra sîng, tenduristiya bedenê û hwd ji waneyên girêdayî laşê jinan de tên dayîn, ji wê zêdetir jî waneyên taybet ên xweparastina ji vîrusa Koronayê tên dayîn.

PANEL Û SEMÎNERÊN REWŞENBÎRÎ

Endamên Weqfa Jinan semîner û panelên cur bi cur didin jinên saziyên civaka sivîl, endamên komînên gel û xwendekarên dibistanan. Da ku jin û endamên saziyên zana û rewşen bin.

Îsal nêzî 5 hezar jin sûd ji panelan dîtin, panel li ser tenduristî, rola jinan di civakê de, xurtkirina jinan ku bibe piştevanî avakirina civakê, exlaq, çand û hunerê, bûn.

/kr/uploads/files/2020/11/17/071004_-.webp

Endama rêveber a Weqfa Jinan a Azad Leyla Umer got weqfayê derfet li pêş jinan vekir da ku behreyên xwe pêk bînin, li aliyekî din jî derfet li pêş jinan vekir ku pişta xwe bidin xwe û kesayeta xwe di civakê de xurt bikin.

2 BAXÇEYÊN ZAROKAN JI BO PERWERDEKIRINA ZAROKAN HATIN VEKIRIN

Ji bo xurtkirina behreyên zarokan û alîkariya dayikan a zanakirina zarokên xwe, Weqfaya Jinan 2 baxçeyên zarokan li navçeya Girkê Legê û gundewarên wê vekirin.

Hejmara zarokan li her baxçeyekê nêzî 40 zarokî ye, temenên wan di navbera 3 heta 5 saliyê de ne.

Di her baxçeyekê de 5 mamoste kar dikin, dewma ji saetên sibehê heta bi danê nîvro dest pê dike. Mamoste zarokan fêrî tîpan, hejmar, hunera wêne û hwd ji çalakiyên lîstokî dikin.

Leyla Umer destnîşan kir ku ew jina di gelek aliyan de perwerde dikin û wiha pê de çû: "Gelek jin tev li dewereyên perwerdê dibin û hewl didin hejmareke mezin ji jinan tev li dewreyan bibin û wan perwerde bikin."

Endamên weqfayê diçin gundên girêdayî Girkê Legê, bi taybet gundên dûrî navenda bajêr da ku jinan li ser destwerdanên lezgîn perwerde bikin û semînerên taybet ji wan re li dar dixin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/f0WU9IW425o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>