Meclisa Rêveber projeya restorekirina nexweşxaneya Hecînê şopand

Şandeyek ji Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê serdana bajarê Hecînê yê gundewarê rojhilatê Dêrazorê kir, da ku projeya sererastkirina Nexweşxaneya Hecînê ya gitşî bişopîne.

Meclisa Rêveber projeya restorekirina nexweşxaneya Hecînê şopand
Meclisa Rêveber projeya restorekirina nexweşxaneya Hecînê şopand
Meclisa Rêveber projeya restorekirina nexweşxaneya Hecînê şopand
Meclisa Rêveber projeya restorekirina nexweşxaneya Hecînê şopand
16 mijdar, 2020   15:30
DÊRAZOR

Şande ji endazyar Mihemed Ubeyd, endazyarê mîkanîkî Hesen Ebûd û endamê rêveber ê desteya plangerî û geşkirinê Mihemed Ehmed, endamê Meclisa Rêveber a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ehmed Hebîb û serokê Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê Mihemed Elî, pêk tê.

Gera şandeyê bi şopandina xebatên avahiya dîwarên wêrankirî û dîwarên sax dest pê kir, piştre şande li nexweşxaneyê gerî û xebatên çêkirina kehrebê û zemîna nexweşxaneyê şopandin.

Şandeyê planname û nexweşeya çêkirina nexweşxaneyê şopand û dît ku xebat li gorî wê dimeşe.

Piştî gera şandeyê bi dawî bû, şandeyê li ser hin mijarên girêdayî sererastkirin, dayîna fikre û têbîniyên nû yên ji bo başbûna xebat û lezbûna wê, nîqaş kirin.

(fr)

ANHA