Rêveberiya herêma Cizîrê 2 hevserokên desteyan erkdar kirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê, Hindirîn Sîno wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Hediye Elî jî wek hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê erkdar kirin.

Rêveberiya herêma Cizîrê 2 hevserokên desteyan erkdar kirin
Rêveberiya herêma Cizîrê 2 hevserokên desteyan erkdar kirin
Rêveberiya herêma Cizîrê 2 hevserokên desteyan erkdar kirin
16 mijdar, 2020   14:01
 QAMIŞLO   

Meclisa Qanûnsaz a herêma Cizîrê civîna xwe ya asayî li navçeya Amûdê bi tevlêbûna piraniya endamên meclisê û hevserokatiya Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Talet Yunis û Nezîra Gewriye, cîgirê Meclisa Rêveber Elî El-Keûd û şêwirmenda Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê Cîhan Xelîl li dar xist.

Di civînê de îstîfa û erkdarkirina endaman di sazûmaniya meclisê de hatin nîqaşkirin. Hindirîn Sîno wek hevseroka Desteya Kar û Barên Civakî û Hediye Elî wek hevseroka Desteya Aborî û Çandiniyê piştî erêkirina piraniya endamên meclisê, hatin erkdarkirin. Endamên nû piştî sonda destûrî, dê dest bi kar bikin.

Hisên El-Ezam hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê îstîfa kir. Rêveberiya Xweser a herêma Cizîrê, El-Ezam ji ber xebatên wî ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk xelat kir.

(şx)