Wezîrê karên derve yê Ermenistanê piştî agirbestê îstifa kir

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê Zahrab Mnatsakyanyan piştî hefteyekê ji agirbestê ku li Qerebaxê hatiye ragihandin, îstifa kir.

Wezîrê karên derve yê Ermenistanê piştî agirbestê îstifa kir
16 mijdar, 2020   14:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ajansa Ermen Press, berdevka Wezareta Karên Derve ya Ermenistanê Anna Ngdalian diyar kir ku wezîrê karên derve Zahrab Mnatsakyanyan dest ji karê xwe kişandibû, her wiha Anna Ngdalian wêneyê nameya ku ji serokwezîr Nîkol Paşînyan re şandibû, li ser hesabê xwe ya Facebookê weşand.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan da zanîn ku Ermenistan di şerê Qerebaxê de bi bin ket ji ber ku ne tenê bi Azerbêcanê re şer dikir, lê belê bi dewleta Tirk û çeteyên wê yên ji Rojhilata Navîn re jî şer dikir.

Di 9'ê Mijdarê de Ermenistan û Azerbêcanê bi navbeynkariya serokê Rûsyayê Vladimîr Pûtîn li Qerebaxê peymaneke agirbestê îmze kir.

(dm)