Tîmên rakirina mayinan li rojavayê Dêrazorê mayinek bê bandor kir

Hêzên Ewlekariya Hundirîn li Dêrazorê mayineke ku li bajarokê Hemar El-Elî hatibû çandin, bê bandor kir.

Tîmên rakirina mayinan li rojavayê Dêrazorê mayinek bê bandor kir
16 mijdar, 2020   13:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn, welatiyekî agahî daye hêzên ewlehiyê ku li kêleka rêya giştî ya bajarokê Hemar El-Elî yê li rojavayê Dêrazorê, mayinek hatiye çandin.

Tîmên rakirina mayinan, berê xwe da devera ku mayin lê hatiye çandin û mayin bê bandor kir.

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn diyar kir ku mayin 15 kg bûye ku ji madeya TNT pêk dihat û ji dûr ve dê bihata teqandin.

 (eh)