Di êrişeke kesên nenas de hin endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê birîndar bûn

Kesên nenas êrişî erebeya endamên Komîteya Çavdêriyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir. Di êrişê de hejmareke endamên komîteyê bi giranî birîndar bûn.

Di êrişeke kesên nenas de hin endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê birîndar bûn
16 mijdar, 2020   12:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Kesên nenas bi guleyan êrişî erebeya endamên Komîteya Çavdêriyê ya Meclisa Sivîl a Dêrazorê kir.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, êriş li herêma Mezad El-Xenem a nêzî dergeha Saliha û herêma Meamil a Dêrazorê pêk hat.

Di êrişê de endamên komîteyê ku hîna hejmara wan nayê zanîn, bi giranî birîndar bûn û ji bo dermankirinê ew rakirin nexweşxaneyê.

Ev ne cara yekemîn e ku li dijî endamên Meclisa Sivîl a Dêrazorê êriş û hewldanên kuştinê yên ji aliyê kesên nenas ve tên kirin. Di Cotmeha borî de ji êrişî erebeyeke endamên meclise hatibû kirin.

(cx)

ANHA