Hevserokê YNK`ê li Bexdayê ye

Hevserokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê Lahur Şêx Cengî îro serdana Bexdayê kir û bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya.

Hevserokê YNK`ê li Bexdayê ye
16 mijdar, 2020   12:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Yekitiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Lahur Şêx Cengî li Bexdayê bi serokkomarê Iraqê Berhem Salih re civiya. Li gorî daxuyaniya serokkomariya Iraqê guhertinên dawîn ên ewlekarî, siyasî, aborî û pirsgirêka mûçeyên Herêma Kurdistanê hatine nîqaşkirin.

Piştî civînê ragihandina serokkomartiya Iraqê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Li gorî daxuyaniyê di civînê de behsa girîngiya hevkariya di navbera aliyên siyasî yên Kurd û iraqî de ya ji bo çareserkirina pirsgirêkan hatiye kirin. Hate gotin ku di civînê de ji bo pêkhatina aramiyê, îşaret bi rêyên diyalogê hatiye kirin.

Heman çavkaniyê ragihand ku pirsgirêka mûçe û budçeyên Herêma Kurdistanê û nakokiya di navbera Hewlêr û Bexdayê de jî hatiye nîqaşkirin û wiha hate gotin: “Divê ji bo bidawîkirina pirsgirêkê li ser bingehê destûrê rêyeke guncaw were dîtin. Bi taybetî jî di mijara mûçeyên karmendan, jiyana xelkê û parastina mafê welatiyên Herêma Kurdistan de jî wekî welatiyên din ên Iraqê wekhevî pêk bê.”

Hevserokê YNK’ê ku îro çû Bexdayê, destpêkê bi serokkomarê Iraqê re civiya. Tê payîn ku Lahur Şêx Cengî ji bo nîqaşkirina pirsgirêka petrolê û mûçeyên karmendan, bi berpirsên hikumeta Iraqê re jî bicive.

(cx)