Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi koronayê ketine

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketine û 5 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 111 kesên din bi koronayê ketine
16 mijdar, 2020   12:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku kesên bi koronayê mirine, 2 mêrên ji Hesekê ne, 2 ji Minbicê ne û kesek jî ji Dirbêsiyê ne.

Mistefa destnîşan kir ku 111 kesên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi vîrusa koronayê ketine, ji wan 56 mêr in û 55 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 14
Dêrik: 12
Qamişlo: 15
Amûdê: 1
Girkê Legê: 2
Tirbespiyê: 1
Dirbêsiyê: 1
Kobanê: 14
Tebqa: 21
Reqa: 13
Minbic: 6
Şehba: 11

Ciwan Mistefa da zanîn ku ji nav nexweşên koronayê, 19 kes baş bûne.

Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 6 hezar û 230 kesî, ji wan 888 kes baş bûne û 163 kesan jiyana xwe ji dest daye.

(dm)