Li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya 34'an bi rê ve çû

Polîsên leşkerî yên Rûsyayê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker vê sibê dewriyeyeke hevbeş li gundewarên rojavayê navçeya Dirbêsiyê pêk anî.

Li rojavayê Dirbêsiyê dewriyeya 34'an bi rê ve çû
16 mijdar, 2020   11:26
HESEKÊ

Dewriyeya hevbeş a 34'an a ji gundewarên navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê vê sibê ji gundê Şêrik ê 13 km li rojavayê Dirbêsiyê, dest pê kir.

Dewreyê di gundên Dlîk, Melek Qenîtra, Qermaniyê, Til Kidîş, Xenamiyê, Kerbitliyê, Til Têra, Cidêdê, Baba Mehmûd, Til Kermê, Xasikê, Ebû Ceradê, Xerzê, Xankê û Cewheriyê re derbas bû.

/kr/uploads/files/2020/11/16/112715_alderbasea-16-11-2020-dorea-2.webp

Şêniyên gundên navborî redkirina xwe ji pêkanîna dewriyeyê re bi rêya avêtina keviran, anî ser ziman.

Dewriyeya hevbeş piştî ku wesayîtên zirxî yên dewleta Tirk vegeriyan dergeha Şêrik, hêzên Rûsyayê jî vegerîn bargeha xwe ya li bajarê Qamişloyê.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/pBsoSB7DuWg" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>