Endamên TEV-ÇAND’ê: Bi berhemên xwe rê li ber şerê birkujiyê bigirin

Endamên TEV-ÇAND’ê gotin: "Banga me li hemû hunermend û kesên ku cihê xwe di nava tevgera çandê de digirin ku tev li banga PKK`ê bibin û bi berhemên xwe rê li ber şerê birakujiyê bigirin."

Endamên TEV-ÇAND’ê: Bi berhemên xwe rê li ber şerê birkujiyê bigirin
16 mijdar, 2020   02:51
QAMIŞLO-SÎMA BIROKÊ

Hevkariya PDK`ê ya bi dewleta Tirk re bûye cihê nerazîbûnê li gel Kurdan. Di vê çarçoveyê de bertekên gel roj bi roj zêde dibin. 

Girêdayî mijarê Endamên Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji ANHA’yê re nerînên xwe parve kirin.

Ednan Mistefa diyar kir ku ew li dijî tevger û kiryarên PDK`ê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ne ku ev kiryar dihêlin di sedsala 21`an de rê li pêşiya şerê birakujiyê bê vekirin û got: "Em bi hêvî ne ku PDK li xwe vegere da ku trajediya sala 1990`î venegerîne û şerekî birakujiyê rû nede."

'GELÊ KURD YEKITIYÊ DIXWAZE, BIRAKUJIYÊ NAXWAZE'

Mistefa da zanîn ku heke PDK'ê kiryar û tevgerên xwe dewam bike, dê gel li dijî van kiryaran dakeve qadan û wiha domand: "Ji ber ku siyaseta di sala 90`î de li ser milet carekê hat meşandin dê vê carê neyê meşandin, heke PDK'ê siyaseta xwe li hemberî civaka kurdî neguhere dê gelê Kurd li dijî wê derkeve, ji ber ku gelê Kurd yekitiyê dixwaze û birakujiyê naxwaze."

Li ser banga PKK`ê Mistefa ev tişt got: "Ew bang girîng e ji bo me. Banga me jî ji hemû hunermend û kesên ku cihê xwe di nava tevgera çandê de digirin re ku tev li banga PKK`ê bibin û bi berhemên xwe rê li ber şerê birakujiyê bigirin."

PKK`ê di 13`ê Mijdarê de bi daxuyaniyeke nivîskî destnîşan kiribû ku divê hemû hunermend, nivîskar, wêjevan û rewşenbîrên ku berjewendiyên gel ji xwe re bingeh digirin, li ser şopa heqîqetê bimeşin.

‘DEWLETA TIRK NAXWAZA YEKITIYA KURDAN ÇÊBE’

Cemîl Ehmed jî diyar kir ku PDK'ê bi daxwaza dewleta Tirk van kiryarên xwe dike, dewleta Tirk bi van kiryarên xwe dixwaze yekitiya Kurdan çênebe, naxwaze projeya demokratîk bi ser bikeve.

Ehmed bang li hemû hunermendên Başûrê Kurdistanê kir ku bi berhemên xwe ruhê neteweyî li gel Kurdan nêzî hev bike.

'ÊDÎ BILA PDK'Ê GUH NEDE ERDOGAN'

Emîn Mihemd jî li ser tevgera PDK`ê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê got: "Em dizanin Erdogan dijmin e, lê Mesûd Barzanî dibêje ez Kurd im. Tu çima li dijî Kurdan wekî dewleta Tirk heman kiryaran dikî?"

Mihemed bal kişand ser kiryarên PDK`ê yên li dijî gelê Başûrê Kurdistanê û wiha domand: "Dema ku gelê Başûrê Kurdistanê êrişî baregehên dewleta Tirk ên li Başûrê kurdistanê kir, PDK`ê Kurd girtin û xistin zindanan.”

Mihemed wiha dirêjî da axaftina xwe: "Bila Mesûd Barzanî li xwe vegere, li Kurdên xwe vegere, ji ber ku Erdogan eşkere dibêje roniya Kurdan li dinyayê li kîjan deverê pê bikeve, ez li dijî wê roniyê me. Êdî bila PDK'ê guh nede Erdogan, ji ber ku Erdogan rêberê çeteyan e."

Mihemed Emîn di dawiya axaftina xwe de bang li hemû hunermendên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kir ku bi berhemên xwe dengê xwe bikin yek.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WcbsrBDNemc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>