Li herêmên hikumeta Şamê Covid-19: 71 kesên nexweş ketin, 4 jî mirin

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê li Sûriyê 71 kesên din bi koronayê ketin û 4 pêketiyan jiyana xwe ji dest da.

Li herêmên hikumeta Şamê Covid-19: 71 kesên nexweş ketin, 4 jî mirin
15 mijdar, 2020   20:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezareta Tenduristiyê ya hikumeta Şamê ragihand ku li Sûriyê 71 kesên din bi vîrusa koronayê (Covid-19) ketin û 4 kesan jî ji ber vîrusê jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daneyên wezaretê; li Sûriyê hejmara pêketiyên bû 6 hezar û 684 û hejmara miriyan jî bû 345'an.