ꞌNe ji çanda Kurdan ne ku heqaretê li jinên têkoşer bê kirinꞌ

Rewşenbîr û siyasetmedarên jin têkildarî siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya li Başûrê Kurdistanê axivîn û got ev siyaset xizmeta dewletên dagirker dike, ji ber armanca wan têkbirina yekitiya Kurdan e.

ꞌNe ji çanda Kurdan ne ku heqaretê li jinên têkoşer bê kirinꞌ
16 mijdar, 2020   07:28
QAMIŞLO-SILAVA EBDULREHMAN

Dengê kesên ku siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) red dikin, bilind dibe. Rewşenbîr û siyasetmedarên li kantona Qamişlo nerehetiya xwe der barê siyaseta ku PDK dide meşandin, anî ziman û got ew hewldana derxistina şerê navxweyî dike, ev yek jî tenê xizmeta dewletên dagirker dike.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk Cewahir Osman got kiryarên PDK’ê ji wan bi nakok in, ji ber di demekê de ku gelê Kurd banga yekitiya kurdî dike, PDK hewldana derxistina şerê Kurdan dike, hêzên leşkerî li deverên HPG`ê bi cih dike.

Cewahir Osman ev yek li gotina xwe zêde kir: "PDK ji doza gelê Kurd bêhtir girîngiyê dide siyaset û aboriya xwe, lewra divê berjewendiyên xwe yên partîtiyê bide alî û di berjewendiyên gelê Kurd de bifikire, ji ber gelê Kurd di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û divê her Kurdek vê yekê ereka xwe ya sereke bibîne."

Cewahir Osman diyar kir ku liv û tevgera Partiya Demokrat Kurdistanê pê radibe, dikeve xizmeta dewleta Tirk a dagirker, ji ber gelê Kurd dûrî xewna yekitiya Kurdan dike.

Endama Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk bang li gelê Başûrê Kurdistanê, partiyên siyasî û hêzên leşkerî kir ku der barê lîstokên siyaseta PDK`ê dide meşandin, hişyar bin.

Cewahir Osman destnîşan kir ku PDK pêşmergeyên xwe li herêmên parastina Medyayê bi cih dike û artêşa Tirk jî leşkerên xwe bi cih dike, ji ber vê yekê divê gel hesab ji kesên hewldana derxistina şer dikin, bixwaze.

ꞌDAXUYANIYÊN PDK`Ê JI BO JINÊN AZAD BÊRÊZÎ YEꞌ

Cewahir Osman daxuyaniyên Partiya Domokrat Kurdistanê yên der barê tevgerên jinan şermezar kir û got ku nêzîkatiyên PDK`ê dûrî pîvanên demokratiyê ne, rola jinan, têkoşîna wan û berdêlên ji bo parastina mafên gelê Kurd dane înkar dike. Mînak wê jî şehîd Leyla Qasim e. Zimanê ku PDK`ê pê diaxive zimanê dijminan e û bêrêziyê li nirxên jina azad dike. 

Hêjayî bibîrxistinê ku piştî daxuyaniyê Hevseroka KCK`ê Besê Hozat ku tê de hişyariya ji hewldanên dewleta Tirk ên dagirkirina herêmê kir, banga diyalogên di navbera aliyên kurdî kir, PDK`ê daxuyanî da û li dijî jinan siyasî û ya têkoşer bê rêzî kir.

Di dawiyê de Endama Nivîsgeha Rêxistina Meclisa Sûriya Demokratîk Cewahir Osman ev yek anî ziman:"Divê jinên di nava PDK`ê de cihê xwe digirin, van nêzîkatiyên ji jinên têkoşer re rexne bikin."

ꞌDEWLETA TIRK HIKUMETA BAŞÛRÊ KURDISTANÊ TEHRÎK DIKEꞌ

Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên li Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed axivî û bal kişand ser kiryarên dewleta Tirk û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk ji beriya çend salan ve xaka Başûrê Kurdistanê dagir dike, piştî serdana hêzên leşkerî ji herêmê re hemleyên li dijî Heftenînê û herêmên din ên parastina Medyayê dest pê kir."

Hesîna Ehmed piştrast kir ku di cîhanê de tu dewlet nikare beyî erêkirina dewletê bi xwe destwerdan û baregehan li dewleteke  cîran ava bike, êdî her kes dizane ku serok Mesûd Barazanî serdana dewleta Tirk kir û bi serokkomarê Tirkiye Recep Teyyîp Erdogan re civiya, li gel vê yekê Nîcirvan Barazanî jî serdana Tirkiye kir û di her serdanekê de berê siyasetê dihat guhartin.

Hesîna Ehmed di dewama gotina xwe de ev pirs kir: “Em dixwazin nas bikin, çima hikumeta Başûrê Kurdistanê her tim hevkara dijminê gelê Kurd e?”

Hesîna Ehmed got dê gelê Kurd hesabên van şaşiyan bixwaze, lewra divê jinên rewşenbîr xwe berpisyara van kiryaran bibîne û li  hemberî şaştiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê dike, dengê qelema wan bilind be.

Di dawiyê de Endama Desteya Rêveber a Yekitiya Rewşenbîrên li Herêma Cizîrê Hesîna Ehmed bang li jinên li Başûrê Kurdistnaê kir ku li hemberî van planên ku hewldana derxistina şerê birakujiyê dikin, bisekinin.

(eh)

ANHA