Turnuveya futbolê ya herêma Efrînê dest pê kir

Bi beşdarbûna 13 tîman, turnuveya futbolê ya deste û saziyên herêma Efrînê bi navê "Şehîd Hawar" li stada gundê Babins ê navçeya Fafînê dest pê kir.

Turnuveya futbolê ya herêma Efrînê dest pê kir
Turnuveya futbolê ya herêma Efrînê dest pê kir
Turnuveya futbolê ya herêma Efrînê dest pê kir
15 mijdar, 2020   16:33
ŞEHBA

13 tîm li ser koman hatin dabeşkirin. Koma yekemîn ji tîmên; Sînaa, Civaka Sivîl, Ragihandin û Meclisa Herêma Efrînê pêk tê.

Koma duyemîn ji tîmên; Meclisa Kantona Şehba, Ciwan û Werzîş û Yekitiya Mamosteyan pêk tê.

Koma sêyemîn ji tîmên Kar û Barên Civakî, Nexweşxaneya Avrîn, Komîteya Perwedeya Civaka Demorkatîk pêk tê.

Koma çaremîn jî ji; Perwerdeya Şehba, Çand û Huner û Rojhat pêk tê.

Maça yekemîn a turnuveyê di navbera tîmên "Sînaa û Civaka Sivîl" de hate lîstin. Civaka Sivîl (9-1) bi ser ket. Ya duyemîn di navbera tîmên Ragihand û Meclisa Herêma Efrînê de pêk hat û nuqteyên herduyan wekî hev bûn.

ANHA