Civîna Tevgera El-Nehda binket

Hate ragihandin ku civîna Tevgera El-Nehda ya Tunisê ya derbarê diyarkirina aqûbeta serokê tevgerê Raşid El-Xenûşî û hewldanên çareserkirina nakokiyên navxweyî de bi bin ket û parçebûna di nava tevgerê de zêde dibe.

Civîna Tevgera El-Nehda binket
15 mijdar, 2020   17:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Tora Al-Arabia, civîna Meclisa Şêwirî ya Tevgera El-Nehda ya Tunisê ya îro bi binket, parçebûna  di nava tevgerê de zêde dibe. Tora Al-Arabia got, cara yekemîn di dîroka tevgerê de yek ji çaran endamên Meclisa Şêwirî ya El-Nehdayê ji civînê vekişiyan.

Diviyabû ku îro Meclisa Şêwirî  ya Tevgera El-Nehda ya Tûnisê biciviya ji bo ku pêşeroja siyasî ya serokê xwe Raşid El-Xenûşî diyar bike.

Ev civîn li ser daxwaza 60 endamên tevgerê bû ku Xenûşî careke din nebe serokê tevgerê. Endamên tevgerê, ji bo lidarxistina civîneke awarte daxwaznameyek îmze kiribûn.