Bi boneya rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin

Di salvegera jidayikbûna şehîd Hevrîn Xelef de, çalakvanên sivîl îro li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê darên yasemînan çandin.

Bi boneya rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin
Bi boneya rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin
Bi boneya rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin
Bi boneya rojbûna Hevrîn Xelef darên yasemînan hatin çandin
15 mijdar, 2020   13:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro salvegera jidayikbûna sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê şehîd Hevrîn Xelef e ku sala 1984`an li Dêrikê ji dayik bûbû. Çeteyên artêşa Tirk a dagirker di 11`ê Cotmeha 2019`an de, dema ku erebeya Hevrîn Xelef di rêya M4 re derbas dibû, bi awayekî hovane ew şehîd xist.

Di salvegera jidayîkbûna “Şehîda Yasemînan” de, çalakvanên sivîl tevî dayika şehîd Hevrîn Xelef, Sûad Mihemed li gelek bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê darên yasemînan çandin.

(cx)

ANHA