Meclisa Malbatên Şehîdan Seyîd Riza bi bîr anî

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê bi daxuyaniyeke nivîskî Seyîd Riza û hemû şehîdên şoreşa Kurdistanê bi bîr anîn.

Meclisa Malbatên Şehîdan Seyîd Riza bi bîr anî
15 mijdar, 2020   13:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got:

“Wek Meclisa Malbatên Şehîdan a herêma Firatê em di 83 saliya şehadeta wî de, Seyid Riza bi bîr tînin û bi rêzdarî bejna xwe li hemberî hemû şehîdên şoreşê ditewînin û bi hêviya ku hemû gelên me ji dîrokê ders bigire û li ser esasê bîranîna her şehîdekî û li ser esasê bîranîna her şoreşeke me ya dîrokî û sedemên binkeftina wan şoreşan, rastiyê derxin holê û hevbeş wek gelê Kurd li hemberî dagirkerên Kurdistanê, di serî da dewleta Tirk, têkoşînê bikin, dagirkerî û îxanetkaran têk bibin.

Wekî îro li hinek deverên Kurdistanê careke din dewleta Tirk dixwaze şerekî navxweyî di navbera me Kurdan de derxe, birakujî û qetlîamê bi destê hinek Kurdên me yên di xefletê de, lê niha gelê Kurd ne Kurdên berê ne, binkeftina şoreşa me ya berê em ê di nav re derbas nebin. Daxwaz û xeyalên Seyid Riza, Şêx Seîdan, Egîdan, Zîlan û Bêrîtanan bang li me dikin; "Nekevin xefletê Kurdino, şiyar bibin, ji bo Kurdistana azad kar bikin û xeyalên me pêk bînin.

Li ser esasê gotina Seyid Riza, yên ku dibêjin em ê navê Kurd û Kurdistanê ji holê rakin, tu carî ew bi ser nakevin û dê bi ser nekevin; “Ez bi fen û fûtên we xapiyam, ev ji bo min bû derd, ez jî serê xwe ji we re danaynim, bila ev jî ji were bibe derd.”