Li Derayê alozî berdewam e

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku komên opozîsyonê hêzên xwe li bajaroka Nahtê ya rojhilatê Derayê ji tirsa ku hêzên hikumeta Şamê êrişî bajarokê bike, seferber kirin.

Li Derayê alozî berdewam e
15 mijdar, 2020   13:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî SOHR'ê hêzên hikumetê bi zanebûn bendên li bajaroka El-Melîha xurt dike tevî ku li ser rêya El-Melîha ya Rojava û El-Melîha ya Rojhilat belav bûne.

Li Derayê berî çend hefteyan nakokî û rageşî di navbera hêzên hikumeta Şamê de ku Îranê piştgiriya wan dike û hêzên ku Rûsyayê piştgiriya wan dike, diqewime.

(dm)