Artêşa Îsraîlê nuqteyên komên Filistînê bombebaran kirin

Piştî ku 2 moşek ji Xezayê ber bi Til Evîv û Esdodê ve hatin avêtin, artêşa Îsraîlê nuqteyên komên Filistînê yên li Xezayê bombebaran kirin.

Artêşa Îsraîlê nuqteyên komên Filistînê bombebaran kirin
15 mijdar, 2020   09:41
XEZA

Nûçegihanê ANHA’yê ji Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê nuqteyên girêdayî tevgerên Hemas û Cîhada Îslamî bombebaran û topbaran kirin.

Li gorî agahiyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine bidexistin, êriş li dijî herêmên cuda yên Xezayê û bi taybetî li dijî nuqteyên Hemasê pêk hatine.

Artêşa Îsraîlê bi daxuyaniyekê diyar kir ku bombebaran û topbaran wek bersivdayîna avêtina 2 moşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve, pêk hatiye.

(cx)