SOHR: Li Derayê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

SOHR`ê ragihand ku li Derayê 4 leşkerên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wan hatine kuştin.

SOHR: Li Derayê 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin
15 mijdar, 2020   09:40
NAVENDAN NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) piştrast kir di çend saetên dawîn de 4 leşkerên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wan hatine kuştin.

Li gorî SOHR`ê kesên hatine kuştin ev in; endamekî îstixbarata leşkerî li bajarê Casim ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin, hevkarekî hêzên hikumetê li bajarokê Teysel ê gundewarên rojavayê Derayê ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin û 2 endamên Firqeya 4`an li bajarokê Til Şihab ê gundewarên rojavayê Derayê dîsa bi guleyên kesên nenas hatin kuştin.

SOHR`ê eşkere kir ku ji Hezîrana 2019`an ve li parêzgeha Derayê 764 êriş pêk hatine ku di encamê de 503 leşker û sivîl bûne qurbanî, ji sivîlan 12 jin in û 15 zarok in.

SOHR`ê her wiha diyar kir ku li maleke gundê Koya yê gundewarên Derayê teqînek pêk hatiye û di encamê de xwediyê malê û lawê wî hatine kuştin û endamên din ên malê jî bi giranî birîndar bûne û rakirine nexweşxaneya Derayê.

(cx)