El-Nehda îro çarenûsa El-Xenûşî diyar dike

Îro tevgera El-Nehda ya Tunisê dicive da ku pêşeroja siyasî ya serokê xwe Raşid El-Xenûşî diyar bike.

El-Nehda îro çarenûsa El-Xenûşî diyar dike
15 mijdar, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Sûra ya tevgera El-Nehda civînekê li dar dixe da ku çaranûsa serokê tevgerê Raşid El-Xenûşî di serokatiya tevgerê de diyar bike.

Ev civîn li ser daxwaza 60 endamên tevgerê li dar dikeve ku Xenûşî careke din nebe serokê tevgerê. Endamên tevgerê, daxwaznameyek ji bo lidarxistina civîneke awarte îmze kir. Her wiha di civînê de dê nakokiyên hundirîn ên tevgerê û rêbazên sînordarkirina wê bên nîqaşkirin.

El-Xenûşî di daxuyaniya xwe ya dawîn de destnîşan kiribû ku niyeta wî tune ye careke din bibe bernamzetê serokatiya tevgerê.

Di hundirê tevgera El-Nehda ya Îxwanî de gelek nakokî girêdayî rageşiya veşartî di navbera rêveberên tevgerê de ku li hemberî dezgehên çapemeniyê eşkere bûn, hene. Ji ber ku endamên tevgerê li ser mijara dûrxistina serokê parlamentoya Tunisê Raşid El-Xenûşî ji serokatiya partiyê ya ku ji 50 salî ve bûye serokê wê, bi hev re nakok in.

Li rex van nakokiyan, El-Xenûşî ji hêla partiyên siyasî û gel ve tê rexnekirin, ji ber ku hewl dide Tunisê ji bo berjewendiyên dewleta Tirk bixe nava nakokiyan.

(şx)