Li herêma Firatê qedexeya derketina derve dest pê kir

Li herêma Firatê qedexeya giştî ket mertiyetê. Rêveberiya herêmê hewl dide pêşî li belavbûna zêde ya vîrusa koronayê bigire.

Li herêma Firatê qedexeya derketina derve dest pê kir
15 mijdar, 2020   08:50
KOBANÊ

Di rojên yekem ên qedexeyê de ku heta 26'ê vê mehê dê dirêj bike, hemû dikan, navendên giştî, dibistan û saziyên Rêveberiya Xweser û civaka sivîl hatin girtin.

Tevî ku dikandar bi qedexeyê pabend in, lê tevgera gel hîna jî li kolanan heye. Her wiha bendên ewlehiyê li hundirê bajarê Kobanê heta niha tune ne.

Rêveberiya Xweser a Herêma Firat biryara qedexeya derketina derve ya giştî li herêmê 12'ê mehê ragihandibû.

Hejmara fermî ya pêketiyên vîrusa koronayê (Covid-19) li Kobanê heta duh gihaşt 457 kesan, lê hejmara pêketiyan ji hejmara fermî zêdetir e, ji ber ku piraniya wan testa koronayê çênekiriye.

Gelek bijîşkan, ji nav wan Dr. Bextiyar Mideris El-Hisên û Ehmed Şahîn bang li şêniyên Kobanê kir ku parastina kesayetî esas bigirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/v52PQuQzhe4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>