HRE`yê şehîd Ciwan Kefernaya bi bîr anî

Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku şervanê wan Ciwan Kefernaya şehîd bûye.

HRE`yê şehîd Ciwan Kefernaya bi bîr anî
15 mijdar, 2020   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand. HRE`yê ragihand ku di 13`ê Mijdarê de şervanê wan Ciwan Kefernaya, di qonaxa duyemîn ya Berxwedana Efrînê de, di encama êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker de gihîşt şehadetê.

HRE`yê anî ziman Ciwan Kefernaya, li Şehbayê di nav malbateke welatparêz de ji dayik bû, di têkoşîn û berxwedana wan a li dijî dagirkeriyê de heta kêliya dawî erk û berpirsiyariyên xwe bi cîh anîn.

HRE`yê diyar kir ku Ciwan Kefernaya bi şoreşa azadî û demokrasiya gelan, bi azwerî û dilsoziyeke mezin bawer kir, li hember her cure paşverûtiyê bi biryar sekinî û tev li karwanê şehîdan bû.

Li gorî daxuyaniya HRE`yê nasnameya şehîd wiha ye:

Nasnav: Ciwan Kefernaya

Nav û Paşnav: Ehmed El-Etreş

Navê Dayikê: Fetum

Navê Bav: Hesen

Cihê Jidayikbûnê: Şehba

Cih û Dîroka Şehadetê: Qonaxa duyemîn a Berxwedana Efrînê, 13 Mijdar 2020

HRE`yê di dawiya daxuyaniya xwe got: "Em di şexsê hevrê Ciwan de tevahî şehîdên leheng bi rêzdarî bi bîr tînin û ji malbata şehîdê xwe û ji hemû gelê xwe re sersaxiyê dixwazin."

(kc)