​​​​​​​'Danûstandinên Tunisê bi kêrî Îxwan, Tirkiye û Qeterê tê'

Analîzvanê siyasî yê lîbyayî hişyar kir ku danûstandinên Tunisê yên der barê Lîbyayê de karesat û tijî metirsî ne, ji ber rê li ber hikmê Îxwan, serweriya dewleta Tirk û Qeterê vedike. Her wiha analîzvan pirsiyar kir ka çi wateya hebûna madeyekê heye lihevkirinên berê qedexe neke, ew jî îşaretê bi lihevkirinên di navbera dewleta Tirk û hikumeta Sîrac de dike.

​​​​​​​'Danûstandinên Tunisê bi kêrî Îxwan, Tirkiye û Qeterê tê'
15 mijdar, 2020   04:48
QAHÎRA-EMANÎ EZAM

Civînên diyalogên siyasî yên Lîbyayê li Tunisê heta îro berdewam dikin, her wiha çavên lîbyayan li ser e û bi hêviya salên şer bi dawî bibe. Lê belê çavdêr dibînin ku ev rêveçûna lihevkirinê li beramber gelek astengiyan e, jê jî destwerdana dewleta Tirk û hebûna çeteyan.

Girêdayî mijarê, analîzvanê siyasî yê lîbyayî Ridwan Fîtorî got danûstandinên li Tunisê tijî nakokî û dafik in, lê di navbera wê û danûstandinên leşkerî 5+5 de heye (civînên Sirte).

 ‘TU HEBÛNA LIHEVKIRIN Û CIVÎNAN TUNE YE, HEKE ÇETE HENE’

Fîtorî li gel ANHA’yê wiha got: "Çi wateya avakirina hikumetê yan jî meclisa serokatî yan jî serokatiya wezîran, heye û lihevkirinên dewleta Tirk aktîf e û çete hene. Bo nimûne di madeya 6’an a xala 10’an de tê bibîrxistin ku nabe dest bi lihevkirinên berê hatine îmzekirin bê werdan, û bi wê re jî tu nirxa van civînan tune ye."

Analîzvanê siyasî yê lîbyayî destnîşan kir ku nûnera taybet a sekreterê Giştî yê NY’yê cîgir  Stephanie Williams xwe erkdar kir ku desthilatê yekem a fermî ya Lîbyayê ye, kê maf da wê ku çarenûsa lîbyayan diyar bike û bibêje ev nûnertiya lîbyayan dike û ev nûnertiya wan nake; gelo li ser çi bingehê ew diyalogvanan vedibijêre, kesek vê yekê nizane."

Fîtorî wiha eşkere kir: "Agahiyên dawîn ên taybet bi mekanîzmaya hilbijartina serokatiya hikumetê ya bi rêya dengdayîna yekser ji diyalogvanên heyî re, bi her wateyê heqaret in. Ji ber ji sêyan çaryeka heyî nûnertiya Qeter, dewleta Tirk û Îslama Siyasî dike, gelo çawa ew berpirsên dengdayîna yekser in."

Fîtorî wiha gotinên xwe bi dawî kirin: "Gelê Lîbyayê bi sozên derew û dirûşmên vedeng kêfxweş nabin. Ji ber diyalogên Tunisê bi her wateyekê karesat in û hewl dide blokekê di ser meclisa parlamento û serokwezîran re damezrîne, ew jî diyalogvanên ku rewabûna bilind wergirtine. Bi wê re Stephanie Williams hewl dide zemînekî ji dema hikmê demkî re heta 10 salên pêş çêke, lê belê kolana lîbyayî zana ye û dê encamên danûstandinên zirarê bi welat û welatiyan bike, red bike."

(fr)