Ermenistanê: 2300 leşkerên me li Qerebaxê hatin kuştin

Ermenistanê ragihand ku ji destpêka şerê li Qerebaxê du hezar û 300 leşkerên wê hatin kuştin.

Ermenistanê: 2300 leşkerên me li Qerebaxê hatin kuştin
14 mijdar, 2020   14:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Tenduristiyê ya Ermenistanê Alina Nikogossian bi rêya facebookê teqez kir "Heya niha beşê tiba edlî cenazeyê 2 hezar û 317 leşkeran wernegirtin, di nav de cenazeyê hene ku nasnameyên wan nehatin naskirin."

Alina Nikogossian got, pevguheztina cenazeyan bi aliyê Azerbaycanê re hîna di destpêkê de ye û destnîşan kir ku hejmara dawî ya kuştiyan li gel herdu aliyan nine.

Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian bang kir ku divê Azerbaycan vegere "Koma Minsk" ku bi çareserkirina aloziya Qerebaxê re têkildar û statuya wê ya qanûnî were diyarkirin.

Sarkissian di hevdîtinekê de bi serokên hejmareke şirketên teknelojyayê re li Yêrêvanê got: "Belgeyek derbarê agirbestê de heye, lê komeke Minsk tune ku yekane deste ye ku di derheqê rewşa Qerebaxê de biryarê bide, tiştek ji hêla kesekî ve nayê guhertin, rewş hîn nehatiye diyarkirin, tenê agirbest heye, ji ber vê yekê, divê operasyon bi rengek lezgîn ji koma Minsk re were vegerandin. "

Serokê Ermenistanê Armen Sarkissian her wiha got ku divê Azerbaycanê were neçarkirin ku li Koma Minsk vegere.