Ji bo pêşîlêgirtina şerekî navxweyî, KNK`ê bi seroka Parlamentoya Herêmê re civiya

Hevserokê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Ehmed Qeremus li bajarê Hewlêrê bi seroka parlamentoya Herêma Kurdistanê Rêwaz Feyeq re civiya.

Ji bo pêşîlêgirtina şerekî navxweyî, KNK`ê bi seroka Parlamentoya Herêmê re civiya
14 mijdar, 2020   09:35
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî civînê, hevserokê KNK’ê Qeremus daxuyaniyek çapemeniyê da û diyar kir ku civîna wan gelek girîng bû. Ehmed Qeremus got ku seroka parlamentoyê piştgiriya xwe ya ji bo hewldanên KNK’ê dûbare kiriye û helwesta xwe ya dijî şerê navxweyî ji bo wan ragihandiye.

Hevserokê KNK’ê Ehmed Qeremus di berdewamiyê de got: “Şerê navxweyî nayê qebûl kirin, rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çav e. Em ê di rojên bê de bi armanca yekdengiya dijî şerê navxweyî serdana partî  û aliyên siyasî bikin.”

Piştî civînê di malpera parlamentoyê de daxuyaniyek nivîskî hate weşandin. Di daxuyaniyê hate diyarkirin ku seroka parlamentoyê di civînê de gotiye; “Niha Herêma Kurdistanê hemberî rewşek giran ya aborî û siyasî ye. Ji bo vê li gorî me diyalog, ji bo derbaskirina vê rewşê takane çareseriye. Em diyalogê dipejirînin û li gorî me divê ji bo şerek xwekujiyê çênebe û zemînê diyalogê li nav aliyên nakok bê sazkirin da ku çareseriyek çêbibe.”